Derheqê girtiyên li dijî lêgerînê derketîn lêpirsîn hate destpêkirin 2023-04-14 14:20:41 EDENE - Girtiyê bi navê Haci Alagaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, di dema hevdîtinê de zexta lêgerînê qebûl nekir. Alagaş, da zanîn ku bi vê sedemê hatine derbkirin û derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Girtiyê bi navê Haci Alagaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, di hevdîtina ser telefonê ya bi malbata xwe re de têkildarî binpêkirinên li girtîgehê axivî. Alagaş, da zanîn ku wan û kesên di lêpirsîna “FETO”yê de hatine girtin derdixînin heman qada hevdîtinê. Bi domdarî Alagaş ev agahî parve kirin: “Di hevdîtina 6’ê nîsanê de lêgerîn li ziyaretvaneke platîn di piyê wî de hebû ferz kirin. Em jî li dijî vê sepanê derketin û hatin derbkirin. Ji ber nerazîbûnê, derheqê me de lêpirsîn dan destpêkirin. Her wiha ji ber ku em lêgerîna nava dev qebûl nakin, li nexweşxaneyê nayên sewqkirin.”