Cenazeyên 2 welatiyên li Şêladizê winda bûbûn hatin dîtin 2023-04-14 13:09:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên 2 welatiyên ji bo berhevkirina gîhayên biharê çûbûn Çiyayê Dawidkê û winda bûbûn hatin dîtin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; welatiyên bi navên Ehmed Hesen (35) ê xelkê gundê Sîteyê û Arif Umer (40) ê xelkê gundê Şabye yên Şêladizê di 3’yê nîsana 2023’yan de ji bo komkirina gîhayên biharê berê xwe dabûn Çiyayê Dawidkê. Ji wê rojê ve tu agahî ji welatiyan nedihatin girtin.    Îro cenazeyê her du welatiyên ku 11 roj bûn winda li nêzî gundê Erdêl ê Şêladizê hatin dîtin. Li gorî agahiyan, her du welatiyên sivîl ji bo komkirina gîhayan derketibûn. Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku gelek caran balafirên Tirkiyeyê li ser herêma navborî geriyane û bombebaran kirine.    Têkildarî mirina welatiyan tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.