Li Qamişloyê bombe li wesayitekê hat barandin 2023-04-14 12:58:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê nîvê şevê bi balafireke bombebarkirî ya bêmirov êriş bir ser wesayitekê.   Li gorî agahiyan hat zanîn ku balafiregehek bêmirov a bombebarkirî ya aîdî Tirkiyeyê şeva pêncşemê saet di 01:45'an de li ser sînorê Nisêbînê li ser rêya Hîzam a Qamişloyê bombe li wesayitekê barand. Ji ber êrişê wesayît zirarek mezin dît.    Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.