Iraqê ji bo avakirina Şengalê 50 milyar dînar veqetandiye 2023-04-14 12:05:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayeq ragihand ku ji bo jinûve avakirina Şengalê û vegera penaberan bi qasî 50 milyar dînar hatine veqetandin.    Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayeq bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji bo avakirina Şengalê, 50 milyar dînar veqetandiye.   Fayeq got ku nêzî 40 hezar penaber di wargehên Herêma Kurdistanê de hene û li Musilê navendek derûnî, ji bo penaberên ku ji Wargeha Holê tên vegerandin, hatiye avakirin.   Fayeq di dewama daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Vegera penaberên li Herêma Kurdistanê mijarek girêdayî Herêma Kurdistan û avakirina Şengalê ye.”