Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş qeza kir 2023-04-13 21:17:04   ERZIROM – Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Qereyaziyê qeza kir.  Hat hînkirin ku rewşa Beştaşê baş e.   Serokwekîla Komar Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û ajovanê wê Mehmet Vefa û rêveberekî partiyê ku navê wî nehat hînkirin, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Qereyazî ya Erziromê qeza kirin. Beştaş ku di wesayîtê de asê bû, piştî xebatkarên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê, ji wesayîtê hat derxistin. Hat hînkirin ku rewşa Beştaşê baş e û ew bi ambulansê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê.   Her wiha Vefa û rêveberê partiyê jî ku rewşa wan ne giran e, rakirin nexweşxaneyê.