Bi girseyî serdana şîna Çapan û Avci kirin 2023-04-13 18:21:45     ŞIRNEX- MEBYA-DER’ê bi girseyî serdana şîna endamên HPG’ê kir. LiTtaxa Cudî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bi girseyî serdana şîna endamên HPG’ê ku di pêvçûnan de jiyana xwe ji dest dabün, hat kirin. Rêxistinên HDP, DBP, TJA û gelek welatî bi hev re serdana şînê kirin. Girse ewilî tevlî şîna endamê HPG’ê Necmettîn Çapan (Rêber Cudî) bû ku di 22’yê Nîsana 2017’an de li herêma Garê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Piştre girseyê serdana şîna Îbrahîm Avci (Serhat Sîlopiya) ku li heman taxê hatibû danîn kir û ji malbatê re sersaxî xwest.