Li Wanê 'Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê' hat avakirin 2023-04-13 17:40:00   WAN- OHD, Baroya Wanê, ÎHD, TMMOB û KESK, "Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê ya Wanê" ava kirin.    Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)a Şaxa Wanê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê, WKonfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê û Koordînasyona Bajêr a Wanê ya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê "Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê ya Wanê" ava kirin. Endamên platformê tevlî daxuyaniyê bûnç Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz metna dauxyaniyê xwend.    Ozaraz daxuyand ku ew ê pêwendiyê bi hemû partiyan re deynin û got ku dê roja hilbijartinê mudaxileyî bêhiqûqîtiyan bikin.   Ozaraz destnîşan kir ku ew roja hilbijartinê piştî dnegdayînê li lijneyên navçeyan û bajêr bin û got ku heya bidawîbûna hejmartina dengan ew ê bixebitin. Araz bilêv kir ku ew tevahiya xebatên xwe bi raya giştî re parve bikin.