Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin 2023-04-13 16:50:18   ŞIRNEX - Danişîna doza duyemîn a cîgirê Midur Bûrak Ercan ku ji ber li Cizîrê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kir ceza lê hatibû birîn, hate taloqkirin.    Cîgirê Midurê Lîseya Anatoliya ya Navendî ya Cizîrê û Nûnerê Egîtîm Bîr-Senê Burak Ercan, di sala 2018’an de li Cizîr a Şirnexê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kir.  Derbarê Ercan de bi gilîkirina 5 xwendekaran ji sûcên “Tacîza zayendî”, “Bi dest avêtinê îstîsmara zayendî ya zarok” û “Îstîsmara zayendî ya hesan” doza duyemîn hatibû vekirin. Danişîna 5’emîn a dozê îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hate li dar xistin.   Parêzerê zarokan Salîh Ecer, parêzera Wezareta Malbatê û Polîtîkayên Xizmetên Civakî Esma Dogan, endamên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyan, namzetên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê tev li danişînê bûn.    Bersûc Ercan li bajarê lê bi parêzerê xwe re bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Di danişîna ku piştî tespîta nasnameyan dest pê kir de şandeya dadgehê diyar kir ku ji ber mexdûrên derbarê wan de biryara bi darê zorê anînê derxistine ne li cihên xwe bûn negihiştine wan .    Pişt re faîl Bûrak Ercan parastin kir, daxwaza beraeta xwe kir. Parêzerê Ercan jî beraeta muwekîlê xwe xwest.    Parêzerê zarokan Salîh Ecer jî ji bo xwe bigihînin mexdûran daxwaza dema zêde kir û anî ziman ku wê şahidan û mexdûran di danişîneke din amade bikin. Ecer, da zanîn ku îfadeyên mexdûran rast in û ji ber gumana revînê ya faîl heye xwest ew bê girtin.    Dûre ji parêzerên zarokan Huseyîn Tul parastin kir. Parêzer Esma Dogan jî xwest ku danişîneke din faîl bînin danişînê   TALOQÎ 15’Ê HEZÎRANÊ HATE KIRIN    Piştî parastinan dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir. Şandeya dadgehê jî daxwaza girtina bersûc qebûl nekir û biryar da ku şahid Ramazan Yildiz bi darê zorê bînin, mexdûrên nekarîn îfadeyê bidin di danişîneke din bên amade kirin û danişîn taloqî 15’ê hezîranê kir.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Cîgirê Midurê Lîseya Anatoliya ya Navendî ya Cizîrê û Nûnerê Egîtîm Bîr-Senê Burak Ercan, di sala 2018’an de li Cizîr a Şirnexê di dîrokên cuda de tacîza zayendî li 43 xwendekaran kir. 22 meh û 15 roj cezayê hefsê yê di doza Ercan lê dihat darizandin de hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû pejirandin.   DOZA DUYEMÎN    Derbarê Ercan de bi gilîkirina 5 xwendekaran ji sûcên “Tacîza zayendî”, “Bi dest avêtinê îstîsmara zayendî ya zarok” û “Îstîsmara zayendî ya hesan” doza duyemîn hatibû vekirin.