Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên 2023-04-13 16:38:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li Amed, Qers û Îdirê xebatên xwe bi leztir kirin û gotin: “Em ji bo jiyanek nû û rêya demokrasiyê vekin tên.”    Partiyên Çepên Kesk li bakurê Kurdistanê di çarçoveya amadekariyên roja hilbijartinê de bênavber xebatên xwe bi berfirehî didomîne. Hemû kolan, cade û qad bûne cihê xebata Partiya Çepên Kesk a hilbijartinê û li her deverê dengê awaz û bayê wê tê. Namzetan li navçeya Sûra Amedê serdana dikandaran kirin, li Qersê buroya hilbijartinê vekir û li Îdirê serdana gundan kirin.    QERS   Li Qersê namzetên Partiya Çepên Kesk hatin pêşwazîkirin. Namzet di ketina navçeya Qaxizmanê de hatin pêşwazîkirin û paşê bi meşê heta buroya hilbijartinê ya li taxa Kaleîçiyê hat lidarxistin.    BO VEKIRINA RÊYA NÛ TÊN   Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û destnîşan kir ku îdiaya wan li Qersê mezin e û got: “Ji bo em hesab ji AKP’ê bixwazin, em tên. Em ê hedê kesên ku îradeya gelê Qersê dizîn, gelê me feqîr kirin û dixwazin bi birçîbûnê gelê me edeb bikin, bidin wan. Ji bo em jiyanek nû ava bikin, rêya aştiyê û demokrasiyê vekin em tên.”    ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’    Namzetê Parlamenteriyê yê Qersê Sertaç Çelîkkalelî jî anî ziman ku ji bo ew hesabê dayika Taybet, Ceylan Onkol û mamê Alî Boşnak bipirsin em ê biçin Meclisê.”    Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.    AMED    Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de endam û rêveberên Rêxistina Partiya Çepên Kesk li navçeya Surê bi namzetên parlamenteriyê yên bajêr Bedran Ozturk, Mehmet Emîn Aktar, Serhat Eren û Mehmet Kamaç serdana dikandaran kirin û xelkê li kuçe û cadeyan silav kirin.    Şandeya Partiya Çepên Kesk ji hêla dikandar û welatiyan ve bi dilgermî û bi coş hatin pêşwazîkirin. Şande dikan bi dikan geriya û beyannameya partiya xwe belav kirin. Kesên bi wesayitên xwe di ber namzetan de derbas dibûn bi qorne û bi îşaretên serkeftinê piştevaniya xwe nîşandan û belavokan ji destê namzetan girtin.    Her wiha namzetan li pirsgirêkên dikandaran guhdarî kir û ji bo çareserkirina pirsgirêkan wan soz dan. Dikandaran jî diyar kir ku ew piştevanê Partiya Çepên Kesk in.     ÎDIR    Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber li bajarê Îdirê didomîne. Namzetên Partiya Çepên Kesk Yilmaz Hûn û Aysel Aras û li gel xebatkarên navend û navçeyên xwe ve serdana gundên Miştalî, Elîcana Jêrîn, Serêkaniyê, Bêrî, Teraş, Kafirkoy yê bi ser navçeya Karakoyûnlû û gundê Hesenxanê yê bi ser navçeya Aralikê ve ku li qûntara Çiyayê Gilîdagê (Ararat) de ne kirin. Namzet ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Namzet, mal bi mal belavok belav kirin û xwe dan naskirin.   Namzet herî dawî li gundê Hesenxanê bi gel re civiyan û govend gerandin. Piştre namzetan gel silav kirin û bal kişandin ser giringiya hilbijartinên 14'ê Gulanê. Bernameya serdana gundan bi gerandina govendê bi dawî bû.   ÇEWLIG   Partiya Çepên Kesk li navçeya Bongilanê ya Çewligê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Namzetên parlementeriyê Omer Farûk Hulakî, Farûk Aris û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bajêr Mihrîban Ekîncî û Feyzî Şahanoglû û Hevserokên navçeyê Obeyît Ozer û Ayşe Kaya beşdar bûn. Di vekirina buroyê de gelek sazî dezgehên sivîl amade bûn.   Di vekirina buroyê de namzetê Partiya Çepên Kesk, Farûk Aris axivî. Aris, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa kesên ku bi salane di zindanan de ne û bêhiqûqiya ku li ser gelê kurd tê meşandin û wiha got: "Em di pêvajoyek gelek girîng de derbas dibin, gelek malbat di nava xizaniyê de ne û ciwan bêkar in, rewşa aboriyê gelek xirab e. Li dijî vê yekê em têdikoşin. Gelek tiştên me yên hevpar ên weke wekhevî, edalet, aşîtî û azadiyê hene. Bi piranî jî di vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin de edalet tim tê binpêkirin. Bi salan e mafên girtiyên siyasî hertim tê binpêkirin, înfazên wan tên şewitandin û berdana wan tê astengkirin. Hevserokên me yên berê jî û yên niha jî gelek ji wan niha bi awayekî bê qanûnî û bê hiqûqî dîl girtine. Ew sekna wan û wêrekiya wan vîna me bi hêz dike û bûye sedema meşa vê riya ku em tê de dimeşin. Em tu carî natirsin heta ku edalet û demokrasî bê vî welatî em ê têkoşîna xwe bidomînin."