Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê 2023-04-13 16:04:57 ÎZMÎR - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di danasîna namzetên Îzmîrê de axivî û got: “Navnîşan Çepên Kesk e. Heke em bi temsîliyetek zêde Rêya 3’yemîn li Meclisê ava bikin, wê ev têkoşîn me bibe îktidarê.”    Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê danasîna namzetên xwe yên parlamenteriyê kir. Şahiya danasînê li Navenda Çandê ya Necatî hat lidarxistin û eywan bi alên partiyê û pankartan hat xemilandin. Nûnerên rêxistinên sivîl, nûnerên partiyên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û gelek kes tev li şahiyê bûn.    Beriya danasînê namzet bi rojnamevanan re civiyan û behsa armancên xwe kirin. Namzetan diyar kir ku behsa têkoşîna partiya xwe kirin û ew ji bo Tirkiyeyek demokratîk ava bikin bûne namzet û li dijî “rejîma yek zilamî” dê têkoşîna xwe berfireh bikin.    Namzetan derbarê xebatên li bajêr de jî bersiva pirsên rojnamevanan dan.    Namzet piştre derbasî cihê şahiya danasînê bûn. Şahiyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.    Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê Huseyîn Çaglar axaftinên destpêkê kirin û diyar kirin ku ew ji bo welatek demokratîk ava bikin dixebitin.    'EM Ê XEYALÊN MAZLÛM Û KEMALAN PÊK BÎNIN’    Hevberdevkê Rêxistinê yê Navendî yê HDP’ê Mahfûz Guleryuz destnîşan kir ku ew di pêvajoyek girîng û dîrokî de derbas dibin û got: “Em îro di arîfeya hilweşandina faşîzmê de ne. Em li ser rêya pîroz in. Em hevrêyên Denîz, Îbo, Mahîr, Mazlûm û Kemalan e. Em ê xeyala Mazlûm û Kemalan pêk bînin.”    ‘EM Ê LI MECLISÊ XETA RÊYA 3’YEMÎN AVA BIKIN’    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî axivî û destnîşan kir ku ew ê Denîz Poyraz ji bîr nekin û hesabê wê bipirsin û got: “Ev hilbijartin ji bo Tirkiyeyê hilbijartina çarenûsê ye. Em dikarin bêjin ku ev hilbijartin wê bibe hilbijartina tirsa îktidarê. Li Tirkiyeyê li ser navê hiqûqê tiştek nemaye. Her cure êriş li dijî HDP’ê pêk anîn û pêk tînin. Herî dawî bi doza girtinê re rûbirû ma. Li dijî dek û dolabên wan û doza girtinê em bi navê Partiya Çepên Kesk diçin hilbijartinê. Çepên Kesk ji bo pergala ekolojiya demokratîk şansek mezin e. Ev hilbijartin di heman demê de hilbijartina ku em vê pergala xerab biqewirînin û jiyana nû ava bikin e. Em bi vê berpirsiyarê radibin û xebatên xwe didomînin. Piştî 14’ê Gulanê dê tu tiştek mîna berê nebe. Em bi baweriya avakirina jiyanek hevpar û siberojek nû em ê Komara Demokratîk ji nû ve ava bikin. Em dizanin ku navnîşana çareseriyê Çepên Kesk e. Heke em bi temsîliyetek zêde Rêya 3’yemîn li Meclisê ava bikin, wê ev têkoşîn me bibe îktidarê.”    'EM Ê JI NÛ VE AVA BIKIN’    Namzeta parlamenteriyê Burcugul Çubuk jî diyar kir ku ew ê li dijî pergala talan û hilweşandinê jiyanek nû ya ekolojik ava bikin û hesabê jinên tên kuştin bipirsin û got: “Em ê li dijî şer û dagirkeriya li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi ser bikevin.”    'SERKEFTIN TEQEZ E’    Namzetê parlamenteriyê Abdulmecît Yildirim jî ew ê li Meclisê bibin dengê doza heqiyê û edaletê û got: “Serkeftin teqez e. Wek din jî tu tiştek din ne mimkûn e.”    Namzetên din jî yek bi yek hatin danasîn û axaftinên kurt kirin û behsa biryardariya têkoşînê kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.