Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin 2023-04-13 15:40:54   NAVENDA NÛÇEYA - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku ambargoya giran a li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rake.   Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî ambargoya giran a ku hikumeta Şamê li ser Kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ambargoya ku ji aliyê Firqeya 4'an a hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin, rewşa jiyanî ya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û herêma Şehbayê zêdetir dike, heke ambargo dewam bike dê karesateke mirovî çêbe.   Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Li herêma Şehbayê ku koçberên Efrîn û niştecihên resen lê dijîn, her wiha li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqûsdê yên Helebê aloziya sotemeniyê dewam dike. Sedema vê yekê ambargoya giran e ku hêzên Firqeya 4'an a rejîma Sûriyeyê fez kiriye û nahêle sotemenî derbasî van herêman bibe.''   Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê îşaret bi vê yekê kir ku ji alîkariyên ku derbasî herêmê bûne, tiştek negihaştiye şêniyan û wiha domand: "Heftane derdora 25 tankerên sotemeniyê derbas dibin, lê heta niha lîtreyek negihaştiye şêniyan.Ji wê zêdetir qutbûna kehrebeyê dewam dike û rojane 2 saet tenê kehrebe heye, berê 4 saet bûn. Her wiha saetên xebitandina bîrên li Şehbayê bûn 8 saet. Ev bîr avê didin zêdetirî 55 gundan.''   'HEKE AMBARGO DEWAM BIKE DÊ NEXWEŞXANE JI XIZMETÊ DERKEVIN’   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku eger ambargo dewam bike dibe ku nexweşxaneya li Şêxmeqsûdê û ya Fafînê ji xizmetê derdikevin.   Di dawiya daxuyaniyê de banga bidawîkirina ambargoyê hate kirin û wiha hat gotin: "Wekî rêxistineke hiqûqî ku li gundewarê bakur ê Helebê çalak e, em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî dikin ku zextê li hikumeta Sûriyeyê bike da ku ambargoya li ser herêma Şehbayê û her du taxên Kurdan ên li Helebê rake, bihêle sotemenî, şîrên zarokan, derman û pêwîstiyên jiyanê bigihêjin bi hezaran koçberên Efrîn û niştecihên resen ên li van herêman. Her wiha em bang li hikumeta Sûriyeyê dikin ku nêzî niştecihên van herêman bibin mîna ku welatiyên Sûriyeyê ne û erkên xwe wekî ku di destûra Sûriyeyê de hatiye nivîsandin, bi cih bîne. "