Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze 2023-04-13 15:21:57   RIHA - Ferît Şenyaşar di Nobeda Edaletê de axivî û îşaretî hilbijartina 14’ê Gulanê kir û got: “Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê di nava gel de daxwaza dengan bike.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 752’yemîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike.    Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar wek her rojê serê sibehê ji Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û bi pankartê “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” û dovîzên “Gelê Rihayê wê xwedî li mîsyon û mîrateya Hz. Îbrahîm derkeve û li dijî zilma ku 752 roj in didome bêdeng nemîne” nobedê dan destpêkirin.    ‘GELÊ RIHAYÊ KUJERAN BAŞ NAS DIKE’    Ferît Şenyaşar di nobedê de axivî û wiha got: “Em li benda hikûmetê bûn ku edaletê bicih bîne, lê Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê li Rihayê namzet nîşan daye. Riha bajarê pêxemberan e. Wezîrê Dadê ku li ber edaletê dibe asteng, wê di nava gelê Rihayê de dengan bixwaze. Gelê Rihayê kujeran û yên bûne sedema qetlîamê baş nas dike. Em gelê Rihayê vedixwînin ku xwedî li wîjdan û mirovahiyê xwedî derkevin. Gelê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bi wîjdanê xwe tevbigere û biçe ser sindoqan.”