Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin 2023-04-13 14:26:42 RIHA - Sitki Kûrtoglû yê di 24’ê sibatê de li navçeya Pirsûsê piştî şerê derketî bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hate girtin.    Sitki Kûrtoglû (Xebat Xelat) ku tê îdiakirin PKK’yî ye û di 24’ê sibatê de li navçeya Pirsûsa Rihayê bi awayekî giran birîndar hatibû binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.    Li mezraya Karacûrûn a girêdayî gundê Mishecerk ê navçeya Pirsûsê, sibeya 24’ê sibatê di navbera Kûrtoglû û leşkeran de şer derketibû. Kûrtoglû yê piştî şer bi awayekî giran birîndar hatibû binçavkirin û li nexweşxaneyê dihate dermankirin, piştî tedawiyê birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê. Kûrtoglû yê li miduriyeta polîsan mafê xwe yê bêdengiyê bikaranî û duh sewqî Dadgeha Rihayê hate kirin, hem li dozgeriyê hem jî li dadgehê mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî.    Kûrtoglû, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulh ve hate girtin û şandin girtîgehê.    ÇI QEWIMÎ BÛ?    Piştî şerê qewimî di 2’yê adarê de li mezra 5 kes hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de Reşat Yildiz (50), Mehmet Samûr (61) û hevjîna wî Adle Samûr (60) hatibûn îşkencekirin. Piştî kirariyên binçavkirinê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” Adle Samûr hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê hevjînê wê Mehmet Samûr jî bi heman îdiayê şandin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê. Îşkence û mûameleya li hevjînên hev ên Samûr hate kirin li girtîgehê jî bi ferzkirina lêgerîna tazî berdewam kir.