Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye 2023-04-13 14:09:55   STENBOL - Hat îdiakirin ji ber ku beyanên Ahlam Albashir a ku bi hinceta gumanbara teqîna Taksîmê ye hatiye girtin, serwîsê medyayê hatine kirin, di navbera Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê de krîz derketiye.    Li Cadeya Îstîklalê ya navçeya Beyoglûya Stenbolê di 13’ê mijdara 2022’yan de êrişa bombeyi pêk hatibû, 6 kesan canê xwe ji dest dabû û 81 kes jî birîndar bûbûn. Di çarçoveya lêpirsîna hatibû birêvebirin de Ahlam Albashir jî di nav de 17 kes hatibûn girtin.    Piştî êrişê Wezareta Karên Navxweyî ya û Midûriyeta Giştî ya Polîsan îdia kiribû ku Albashir bi ser Efrînê re hatiye Tirkiyeyê. Midûriyeta Polîsan Stenbolê tevî hemû israran jî îfadeya Albashir bi rojnamevanan re parve nekiribû. Lê belê dema Albashir tê binçavkirin û îşkence jî lê tê kirin tevî zextan jî diyar kiribû ku ew ne ji Efrînê ji bajarê Idlibê yê Sûriyeyê bi ser Hatayê re hatiye Tirkiyeyê û daxuyaniyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û emniyete derewandibû.    Rojnameya Sabahê ku nêzî îktidarê ye beşek îfadeya Albashir weşand. Di nûçeyê de hat gotin ku Albashir li emniyete wiha axivî ye: “ Muhammed di Artêşa Sûriyeyê ya Azad de fermandarê paye bilind e. Muhammed di êrişa DAIŞ’ê de birîndar bûye û protez li her du lingên wî xistine.” Bi vê yekê re derewên Soylû û emniyete ku digotin Albashir endama YPG’ê ye deşîfre bû.    DI BINÇAVAN DE DUCANÎ BÛYE    Li gorî nûçeya Halk TV; piştî nûçeya rojnameya Sabahê weşandiye, di navbera Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê de rageşî qewimiye. Li Edliyeya Stenbolê hin kâtiben kut ê gotin agahî belav kirine, cihê wan hatiye guhertin. Nehat parvekirin gel oka Albashir ji kîjan rêxistinê ye û derket holê ku dema teqîn çêbûye Albashir ducanî bûye.    HAT ÎDIAKIRIN KU ZAROK JI BER ÇÛYE    Hat zanîn ku Albashir di îfadeyên xwe yên li emniyet û dozgeriyê de negotiye ku ew ducanî ye û lê niha ku ew li Girtîgeha Sîlîvriyê ragirtî ye, ducanîbûna wê di hefteya 22’yan de ye. Hat îdiakirin zarok ji ber Albashir çûye.