Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin 2023-04-13 11:54:27 AMED - Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn bi hincetên “avê bi teserûfî bikar neaniye” û “tev li şahiyên manewî nebûye” hat taloqkirin.    Hamît Babat 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin. Babat ji ber ku lêferzkirina poşmantiyê ya DesteyaÎdare û Çavdêriyê ya girtîgehê qebûl nekiriye nayê berdan. Li gel ku cezayê Babat di 13’ê sibatê de qediyaye jî lê dîsa jî nayê berdan. Babat bi hincetên wek “avê bi teserûfî bikar neaniye”, “ji rêxistinê neqetiyaye”, “daxwaznameya poşmantiyê nedaye” û “tev li şahiyên manewî nebûye” nehat berdan û tehliyeya wî 3 meh hatibû taloqkirin. Divê Babat duh bihata berdan lê Babat ji ber hincetên navborî nehat berdan û 3 mehên din berdana wî hat taloqkirin. Malbat ji Amedê çûbû ber Girtîgeha Bolûyê ku lawê xwe pêşwazî bike lê ji ber taloqkirina berdana wî malbat dest vala vegeriya.    HAMÎT BABAT KÎ YE?    Babat di sala 1993’yan de li li gundê Asiyê yê bi ser navçeya Rezana Amedê ve di serdegirtina malê de tê binçavkirin. Babat ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) a Amedê ve bi îdiaya “xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat” tê girtin û cezayê muebedê yê 36 salan lê tê birîn.