Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin 2023-04-13 09:22:06   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê polîsan bi ser malan de girt û herî kêm kesek kirin binçavan.    Li taxa Nurê ya navçeya Cizîra Şirnexê polîsên tîmên taybet bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinê de derî hatin şikandin û alavên malan hatin belavkirin. Di encama serdegirtinê de herî kêm zarokê bi navê Azad Î. (17) salî hat binçavkirin. Hat ragihandin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    Beriya niha jî polîsan bi ser taxa Nurê û Cudî de girtibûn û sê zarokên bi navê Faruk İ., Azad K. (15) û Diyar (16) kiribûn binçavan.