Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê 2023-04-12 22:06:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şirnex û Amedê bi tevlîbûna bi sedan kesî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk hatin vekirin.    Partiya Çepên Kesk, li Taxa bahçelîevlerê ya Şirnexê buroya hilbijartinê vekir. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasan Ozguneş, namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal, Mehmet Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedirhan Osal, rêxistinên Partiya Çepên Kesk, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek welatî tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn.    Beriya bernameyê namzetan bi gel re govend girt. Bername bi xwendina merşa Çerxa Şoreşê dest pê kir.    Piştre Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş got: "Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin. Ev 4 hevalên me dê nûnertiya Botanê bikin. Ji îro pê de ev hevalên me dê vê alayê bilindtir bikin. Ji bo ku pirgirîka kurd bi awayekî demokratîk bê çareser kirin, em ê biçin ser sindoqan, ji bo ku tundiya li ser jinan bê sekinandin em ê biçin ser sindoqan, ji bo edeletê û hiqûqê em ê biçin ser sindoqan. Em ê vê îktîdara faşîzan a yekzilamî têk bibin. Serkeftin ya gelê me ye, ya jinan e. Em ê di 14’ê Gulanê de vê guhertinê bînin.”   ‘HELBET SERKEFTIN A ME YE ‘   Piştre namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez axivî.  Îrmez îşaret bi girîngiya hilbijartinê kir û wiha axivî:” Ev desthilatdariya faşîzan bi taybetî ji ciwanên me ditirse. Ji ber ku di 14’ê Gulanê de kesên ku dê vê pergalê biguherînin ciwanên me ne. Divê her ciwanek me di wê rojê de xwedî li sindoqên xwe derkeve. Em ê vê desthilatdariyê têk bibin. Em ê rojên azad mîsoger bikin. Ji ber wê erka herkesiye ku xwedí li sibdoqan derbikeve. Helbet serkeftin a me ye.”   ‘EM JI GELÊ XWE BAWERIN’    Piştre namzet Berdirhan Osal jî got ku ew ji gelê Botanê bi bawer in û got: "Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin. Ji vê zilm û zordariyê xelas bûn ne dûr e. Em bawer dikin ku dê gelek tişt di vê hilbijartinê de biguherin. Em ê di 14’ê Gulanê de wekî cejnê pîroz bikin. Em ji gelê xwe û bîrdoziya xwe bi bawer in.”   ‘MÎMARÊ ÇARESERIYÊ OCALANE ’   Namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal jî bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt gotin: "Em ji bo ku layiqî we bibin em ê bixebitin. Ev hilbijartineke hebûn û tunebûnê ye. Tu salan bi qasî van salan kuştin, zordestî û binçavkirin çênebûne. Em di rêya sêyemîn de israr dikin û em dibêjin çareserî em in. Bi salane  kesê ku li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe dide birêz Ocalan e. Mîmarê çareseriyê birêz Ocalan e. Divê gelê Şirnexê xwedî li sindoqan derkeve û her çar namzetan jî bişîne parlementoyê. Divê em careke din nîşan bidin ku xwediyê Şirnexê kî ne. “    Piştre buroya hilbijartinê bi tilîliyan hat vekirin. Bername bi govendgerandin û berzkirina dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana HDP” bi dawî bû.   AMED Partiya Pêşerojê ya Çepên Kesk (Partiya Çepên Kesk ) a Amedê, li taxa Ben û Senê bi tevlibûna bi sedan kesî buroya hilbinartinê vekir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê parlemeteriyê  yê Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk, namzetên Partiya Çepên Kesk yên Amedê Sorgul Aytek Avşar, Halîde Turkoglû, Adalet Kaya, Serhat Eren, Mehmet Kamaç û Mehmet Emîn Aktar, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevberdevkên Partiya Çepên Kesk yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, hevserokê HDP û DBP yên Amedê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û endamên MED-DER’ê û gelek kes tevlî vekirina büroya hilbijartinê bûn. Girse beriya vekirinê li ber def û zirneyê govend gerand. Di vekirina buroyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Beriya vekirinê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakık Tekîn axivî û got: "Em ê di 14'ê Gulanê de vê desthilata faşîst bi hev re bişînin. Em hevalên xwe yên ku bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de tên girtin, silav dikin.” Piştre namzetê parlemeteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Emîn Aktar axivî û ev tişt anîn ziman: “Bi salan e hewl didin ku me bê îrade bihêlin. 7 sal e bi tayinkirina qeyûman  dixwazin me bê vîn bihêlin, lê di 14’ê Gulanê de dîsa bi gotina ‘em hene’, em ê dersa hewce bidin wan. Em ê daxwazên gelê xwe bi awayêkî herî baş bînin ziman.”