Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir 2023-04-12 18:23:44 ÎDIR - Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk li têketina Îdirê, herêma Horgovê ji aliyê gelek kesan ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk Aysel Aras û Yilmaz Hûn, ji aliyê hevserok, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kesan ve li herêma Horgovê, li ser çerxerêya Mûçê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.  Namzet piştî pêşwazîkirinê bi konvoyeke mezin re çûn nava bajêr û gel silav kirin. Namzetên ku hatin buroya hilbijartinê govend gerandin û li vir axivîn. Namzetan di axaftinên xwe de bal kişandin ser giringiya hilbijartinê û destnîşan kirin ku pêwîst e her kes biçe ser sindoqan. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Mehmet Selçûk gel silav kir û xêrhatina gel kir. Dû re Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yaşar Kalmiş axivî. Kamiş got: “Em vê coş û qerebalixiyê dibînin ku em ê li Îdirê bikin 2-0. Em mafdar in, bibiryar in, em ê bi ser bikevin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.” Piştre Namzeta Parlementeriyê Aysel Aras dest bi  axaftinê kir. Arasê destnîşan kir ku wan bi hêza gel dest bi vê rêyê kiriye. Arasê wiha berdewam kir: “Em ê bi hev re bimeşin û em ê bi ser bikevin. Teqez em ê bi ser bikevin. Em bi partiya xwe sserbilind in.” Namzetê Parlementeriyê Yilmaz Hûn jî gel silav kir û wiha got: “Gelê Îdirê yê nasname û çanda wan tê înkarkirin hûn bi xêr hatin. Gelê ku bi salan e di bin faşîzma AKP-MHP’ê de û ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê dike gurpegurp hûn bi xêr hatin. Desthilata AKP-MHP’ê ku em dixwazin wê biguherînin, ziman û çanda kurdan înkar dike. Desthilat qeyûm tayini vîna gel dike. Pergala AKP-MHP’ê dijminê jinan e. Peymana Stenbolê di şevekê de rakirin û bûn sedema qirkirina jinan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku em dixwazin wê biguherînin, yekperest, redkar, înkarker û dijminê kedê ye. DI 14’ê Gulanê de her deng dê bibe şîmaqek li rûyê desthilatê. Em ê di 14’ê Gulanê de pergala qeyûman ji holê rakin.”