Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan? 2023-04-12 17:28:34       ENQERE – Sebahat Tûncelê, bibîr xist ku Serokkomarê AKP’î Erdogan têkildarî girtina HDP’ê telefonî endamên AYM’ê kiriye û ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê wiha pirsî: “Çend caran telefonî we kiriye?” Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 1’emîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.  Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk , endamên MYK û Meclisa Partiyê (PM) ên HDP’ê, parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li danişînê bûn.  Hinek siyasetmedarên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin tev li danişînê bûn û yên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.  Danişîn piştî navberê bi axaftina siyasetmedar Sebahat Tûncelê dewam kir. Tûncelê di axaftina xwe de bibîr xist ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, di çarçoveya doza girtina HDP’ê de ji bo betalkirina alîkariya xezîneyê telefonî endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kiriye  û got: “Ev, mafê ‘Kî li we geriya?’ dide me. Gelo têkildarî vê dosyeyê telefonî we kirin û ji we re gotin, ‘dosyeyê bigirin, di hilbijartinê de ji me re lazim’? Her roj têkildarî vê dosyeyê daxuyaniyan didin. Lê we rojekê jî negot, ‘ev darizandina me ya serbixwe asteng dike.’ Ez li vir têm darizandin. Ez ji ber sûcekî kum in nekiriye têm darizandin. Her roj mudaxileyî vê dosyeyê kirin. Ev gel, bi vê darizandinê nizane. Çapemenî tenê qenalekê dide. Divê hûn bersiva pirsa min bidin. Çend kes li we geriyan?”  Piştî Tûncelê, endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê yê bere Mazmî Gur axivî. Gur anî ziman ku DMME dibêje ev doz bi saîqên siyasî hatiye bekirin û got: “Di vê dozê de pêvajoyeke hiqûqî nehat xebitandin.”   Siyasetmedar Ayla Akat Atayê jî destnîşan kir ku heyeta dadgehê Destûra Bingehîn tune dihesibîne û got ku ew sirf ji ber ku çareseriya demokratik diparêzin tên darizandin. Danişîn didome.