Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan 2023-04-12 16:50:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînatora Bernameya Ewropa ya PEN’a Navneteweyî Aurelia Dondo ji bo 16 rojnamevanên li Amedê girtî ev bang kir: “Tavilê rojnamevanan berdin.”  Li Amedê 16 rojnamevanên kurd di 16’ê Hezîrana 2022’yan de hatibûn girtin. Îdianameya rojnamevanan hat qebûlkirin û dê di 11’ê tîrmehê de danişîna wan ewil bê lidarxistin. Koordînatora Bernameya Ewropa ya PEN’a Navneteweyî Aurelia Dondo li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ji bo rojnamevanan ev bang kir: “Dema rojnamevan bên darizandin wê salek bêtir di ser girtina wan re derbas bibe. Em piştevaniya xwe ya ji bo 16 rojnamevanên li Ewropayê destnîşan dikin. Divê tavilê bên berdan.”