Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin 2023-04-12 13:13:27 AMED - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Hevserokê KCD’ê û namzetê parlamenteriyê yê Amedê Berdan Ozturk ê di pêşwazîkirinê de axivî wiha got: “Di vê hilbijartina dîrokî de di serî de Amed li hemû bajarên Kurdistanê em ê bersiva dijminên gelê kurd bidin.”     Ji bo pêşwazîkirina namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê çalakiya pêşwazîkirina bi girseyî hate lidarxistin. Namzet, li Xaçerêya Dinyayê ya li navçeya Peyasê hatin pêşwazîkirin û bi sedan wesayît tev li konvoya pêşwazîkirinê bûn. Namzetan bi konvoyê di cadeyên sereke de gel silav kirin û piştre jî li Kolana Hunerê ya Semta Ofîs a Bajarê Nû bûroya hilbijartinê vekirin. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Berdan Ozturk, Halîde Turkoglû, Cengîz Çandar, Adalet Kaya, Serhat Eren, Mehmet Kamaç, Ceylan Akça Cupolo, Mehmet Emîn Aktar, Azad Bariş, Sorgul Aytek Avşar, Samet Menguç, rêveberên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li vekirina buroyê bûn. Wesayîtên bi alên Partiya Çepên Kesk hatin xemilandin, di serî de navçeyên Peyas û Rezan li navçeyên navendî bi stranên hilbijartinê tûreke bajêr avêtin. Gel eleqeyeke zêde nîşanî namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk da. Di hin noxteyan de welatiyan bi duçerxeyên xwe konvoy şopandin û piştgiriya wê kirin. Jinan jî di pace û şaneşîninên malên xwe de bi îşareta serkeftinê û tilîliyan konvoy pêşwazî kirin.    BI DIRÛŞMEYAN BERSIVA ASTENGKIRINÊ DAN   Dû re namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk û gelek welatî ber bi buroya hilbijartinê ve ku li Kolana Hunerê were vekirin meşiyan. Polîsan her çiqas xwest ku namzetên parlamenteriyê û gel asteng bikin jî gel bi dirûşmeyên “zext nikarin me têk bibin” bersiv dan. Li qadê bi stranên kurdî bi dahol û zirneyê govend hate gerandin. Di dema govendê de her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Abbas Şahîn ê li ber buroya hilbijartinê axivî, wiha got: “Sed sal in êşên ku me nekişandibin neman, em hatin binçavkirin dîsa jî em bêdeng neman. Em ê sedsala duyemîn a komarê bikin sedsala komara demokratîk. Em ê bi gel û wekîlên xwe re bikin.”   ‘SIYASETA WAN A QIRÊJ QEDIYA’   Pişt re Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û di heman demê de namzetê Amedê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Amedê bi vê girseyê bersiva xwe da. Ev bi salan e sozên qedandina kurdan didin, desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê xwest kurdan biqedîne. Girtin be girtin, mirin be mirin hemû jî bi serê me hatin lê siyaseta qirêj xelas. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartineke dîrokî. Divê di vê hilbijartinê de Amed bi rêjeya 12 û 0 bersivê bide dijminên gelê kurd. Siyaseta xwe li ser xelas kirin û ji holê rakirina kurdan ava kirine lê wê nikarin vê pêk bînin.”   ‘ABDULLAH OCALAN RÊYA MUZAKEREYÊ YE’   Ozturk, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan rêya muzakereyê ye. Yekane çare muzakere ye. We ewqas komkujî pêk anîn lê kurd xelas nebûn. Gelê Amedê wê li vir di vê hilbijartina dîrokî de bibe bersiv. Ne Tifaqa Millet ne jî ya Cûmhûr em ê bi Rêya 3’yemîn demokrasiyê ava bikin. Herkesê ku aştî demokrasî û jiyaneke wekhev dixwaze divê ji vê siyaseta sed salî ya xelas bûyî re bibe bersiv.”   ‘EM Ê YA NÛ BI HEV RE AVA BIKIN’    Halîde Turkoglû jî weke 12 wekîl ji bo her tiştê ji wan hatiye dizîn paş ve hatin û wiha got: “Gel bê vebijêrk nîne. Hewldan vîna me bidizin lê em zindî ne û me bi rêxistinbûyîna xwe nîşanî wan da ku em bê vebijêrk nînin. Em ê nebin ‘kurdên makul’ ku li me ferz dikin. Em garantiya kurdbûna demokratîk in. Kurdbûna me ev e em ê hesabê bipirsin û ya nû bi hev re ava bikin. Dîsa em dîsa serkeftin.”