Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man 2023-04-12 08:49:53 ŞIRNEX - Ji ber barîna barana zêde ya li Cizîrê, gelek rê û cadeyên navçeyê di bin avê de man.    Ji şevê din heta niha li navçeya Cizîr a Şirnexê baraneke zêde dibare. Ji ber barîna barana zêde, gelek rê û cade di bin avê de man. Bi taybet jî ji barîna zêde, ajokarên rêya wan li Cadeya Nisêbînê ketin zehmetiyeke mezin dîtin. Ji ber ku berkazên li ser cadeyê xitimî bûn, heta demekî dirêj cade di bin avê de ma. Li taxên Cûdî, Şah û Nûrê jî ji ber barana zêde li gelek cade û kolanan lehî rabûn. Jêrzemînên hinek malan jî di bin avê de man. Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de û saziyên têkildarî, tevî hişyariyên AFAD’ê jî beriya barînê tu tevdîr negirtin.