Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê 2023-04-11 20:51:43   RIHA - Malbata Şenyaşarê di roja 750 ya Nobeda Edaletê de, li ber edliyeyê fitirî. Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê.    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşarê kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 750’yî de berdewam dike.   Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar îro ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û li ber pankarta ku li ser "Ji bo malbata Şenyaşar edalet" dinivîse çalakiya xwe domandin.      Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê.