Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da 2023-04-11 14:35:47   DÎLOK - Mînareya Mizgefta Aşagi ya Dîlokê ku di erdhejê de ziyan gihiştibûyê, wergeriya ser makîneya kar û di encamê de karkerê bi navê Mert Koseoglû jiyana xwe ji dest da.    Di erdhejên Mereşê de xesareke mezin gihiştibû Mizgefta Aşagi ya Taxa Yakacik a navçeya Oguzelî ya Dîlokê. Di dema hilweşandina mizgeftê de mînareya mizgeftê wergeriya ser makîneya kar. Di encamê de operatorê kemçeyê Mert Koseoglû (25) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Koseoglû rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) û piştî otopsiyê jî radestî malbata wî hate kirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.