Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan 2023-04-11 12:05:28 STENBOL - Di çarçoveya êrişa çekdarî ya li dijî avahiya CHP’a Stenbolê de 4 kesên hatibûn binçavkirin, bi şertê kotnrola edlî hatin berdan.    Di 6’ê nîsanê de li dijî avahiya CHP’ê ya Stenbolê êrişa çekdarî pêk hatibû. Di çarçoveya êrişê de ji 5 êrişkaran 4 êrişkar hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeya li emniyetê her çar êrişkar jî birin Dadgeha Stenbolê ya li Semta Çaglayanê. Ji êrişkaran Anil O. piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan. Arif P., Berkan O û Ferhat E. bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî derbarê her sê êrişkaran de biryara berdanê da.