Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in! 2023-04-11 09:45:24   HATAY - Serokê Komeleya Astengdaran a Defneyê Firat Yilmaz diyar kir ku di erdhejê de 10 endamên wan jiyana xwe ji dest dane û da zanîn ku zêdetirî 2 meh in bersiv ji daxwazên wan ên konteyniran re nayê dayîn.    Li Hatayê piştî erdheja hilweşîner pêk hat zirara herî mezin komên dezavantajî dît. Di destpêka van koman de jî astengdar tên. Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê di daxuyaniya xwe ya di 25’ê sibatê de wiha gotibû: “Hezar û 133 welatiyên astengdar ku ji saziyên me yên herêma erdhejê xizmet didîtin û 553 welatiyên astengdar ku di konan de hatine vehewandin û hewcedariya wan bi lênêrînê heye li saziyên me yên bajarên cuda hatin bicihkirin”. Lê Serokê Komeleya Dilxwaz û Astengdarên Defneyê (DEFEN-DER) Firat Yilmaz, anî ziman ku pêdiviyên wan nayên pêşwazîkirin.    ‘LI DEFNEYÊ HEZAR Û 600 ASTENGDAR HENE’   Yilmaz, bi taybetî bal kişand ser tiştên ku astengdarên di nav nivînan de dijîn û diyar kir ku di erdhejê de gelek astengdarên ku di nav nivînan de bûn û nekarîn derkevin zirar dîtin. Yilmaz, da zanîn ku li Defneyê hezar û 600 astengdar hene, ji van 550 di nav nivînan de ne û anî ziman ku li navçeyê 10 astengdarên di nav nivînan de jiyana xwe ji dest dane.    ‘PÊDIVIYA BINGEHÎN KONTEYNIR IN’   Yilmaz, anî ziman ku ji bo astengdarên ku di konan de zehmetiyê dikişînin konteynir xwestine lê hêj pêdiviyên wan nehatine pêşwazî kirin û wiha berdewam kir: “Astengdar nikarin di konan de pêdiviya xwe ya tuwaletê bi cih bînin. Pirsgirêka herî mezin ser şûştin e. Pêdiviya konteyniran nehat pêşwazîkirin. Em jî tevî pirsgirêkan jiyana xwe ya li konan didomînin.”   Yilmaz, anî ziman ku astengdar tenê hatine hiştin û wiha lê zêde kir: “Di serê kesên di erdhejê de zirar dîtin astengdar û malbatên wan tên. Bêxanî man dixwazin di konteyniran de bimînin. Malên gelek astengdaran hilweşiyan e an jî li ber hilweşînê ne.” Yilmaz, bi lêv kir ku pirsgirêkên astengdaran nayên rojevê jî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez çûm Walîtiyê agahdar kir. Ji bo xebatên Komeleya Astengdaran a Defneyê bimeşînim konteynir xwest lê hêj jî bersiv nîne.”   PÊDIVÎ RÊZ KIRIN    Yilmaz, têkildarî pêdiviyên astengdaran jî ev tişt gotin: “Pêdiviya me astengdaran bi konteynir, xurek, malzemeyên paqijiyê hene. Bi taybetî em ji mirovên xwe yên di nav nivînan de daxwaza pateyên nexweşan dikin. Dîsa daxwaza me ya gopal û kursiya bi teker heye. Ji ber raporên gelek astengdaran di bin kavilan de mane nikarin alîkariyê bigirin. Em dixwazin ji bo astengdaran kursiyên astengdaran bişînin. Dîsa li cihên ku kursiyên biteker ên biceyranê hene jî vê carê îstasyonên şarjî nînin.”   MA / Mujdat Can