Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin 2023-04-11 09:03:57   MELETÎ - Li Meletiyê mexdûrên erdhejê destnîşan kirin ku sedema karesata çêbûye desthilata AKP-MHP'ê ye û gotin ku dê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bi Partiya Çepên Kesk hesab ji desthilatê bipirsin.    Partiya Çepên Kesk li bajar, navçe û bajarokan bi vekirina buroyên hilbijartinê xebatên xwe bênavber didomîne. Partiya Çepên Kesk, di 10'ê nîsanê de li Meletiyê ku bandoreke mezin ji erdhejên Mereşê girtibû, buroya hilbijartinê vekir. Gelek welatî tev li vekirina buroyê bûn û wekî mîtîngekê bi çoşeke mezin vekirina buroyê pîroz kirin.    Ji mexdûrên erdhejê Suleyman Yucekaya û Mehmet Unal ku tev li vekirina buroyê ya Partiya Çepên Kesk bûn, bi lêv kirin ku ew ê di hilbijartinê de bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê ji desthilata AKP-MHP'ê bipirsin.    Mexdûrê erdhejê Suleyman Yucekaya anî ziman ku xaniyên ji ber erdhejê xesar dîtine û ev tişt gotin: "Mala me ya bajêr di erdhejê de pir xesar dît. Ji ber wê em jî çûn gund, lê dema em li gund bûn erdheja 2'yan çêbû û di vê erdhejê de xaniyê me yê gund jî xesar dît. Niha hem xaniyê me yê bajêr hem jî yê gund pir xesar dîtine. Gelek xizm û nasên me jî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan."   'ME BI XWE CENAZEYÊN XWE RAKIRIN'   Yucekaya destnîşan kir ku piştî erdhejê 4 rojan dewletê tu alîakrî ji wan re neşandiye û wiha pê dê çû: "Alîkarî tune bû, ceyran jî hat birîn. Çend rojan av tune bû. Me berf dida ser êgir û wiha avê peyde dikir. Zivistan bû, sar bû lê tu alîkarî tune bû. Gelê me ji Silopiya û ji gelek derên din hat û alîkariya me kir. Me bi derfetên xwe cenazeyên xwe rakirin, tu kesî li halê me nepirsî."   'EM Ê HESAB BIPIRSIN'   Yucekaya bi lêv kir ku sedemeke mezin a vê karesatê desthilata AKP-MHP'ê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin gelê Meletiyê hesabe vê yekê di hilbijartinê de bipirse. 22 sal in desthilat in. Hemû şaredariyên bajêr di destê wan de ne. Cihên ku xanî lê çenabin, dan ber îmarê. Ew îmar ji welatiyan re bû goristan. Em ê di hilbijartina 14'ê Gulanê de bi Partiya Çepên Kesk hesabe erdhejê bipirsin."   'JI BIN KAVILAN DE DENG DIHAT LÊ ALÎKARÎ TUNE BÛ'   Mexdûrê erdhejê Mehmet Unal jî diyar kir ku di erdhejê de ew li navçeya Çêlikan a Semsûrê bûne û wiha axivî: "Malbata min li navçeya Çêlikanê bû, 2 xaniyên me li wir xirab bûn. Ji malbata min tiştek bi kesî nehat, lê 72 xizm û nasên me jiyana xwe ji dest dan. Heta 10 rojan tu alîkariya dewletê ji me re nehat. Piştî çend rojan gel ji Girê Sor û derdorê hat alikariya me kir. Ji ber ku dewletê karê xwe nekir, ew qas kesan jiyana xwe ji dest da. Sedema vê karesatê dewlet e. Destûr dan ku mirov di xaniyên xirabe de rûnên û niha ew xanî tev hatine xwarê. Piştî erdhejê jî dereng hatin. Ji bin kavilan dengê mirovan dihat, lê kesekî ku alîkariyê bike tune bû."   'YA KU HESAB BIPIRSÊ PARTIYA ÇEPÊN KESK E'   Unal di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê di hilbijartinê de hesabê erdhejê bipirsin û wiha got: "Niha em li gel dinêrin êdî hemû ji AKP bêzar bûne. Êdî gel jî aciz bûye û ji bo hilbijartinê amade ye. Partiya ku hesabê erdhejê ji desthilata AKP-MHP'ê bipirse, Partiya Çepên Kesk e. Ji bilî Partiya Çepên Kesk jî tu kes nikare hesab bipirse."   MA / Mahmût Altintaş