ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-11 09:00:17     * Hevala Evrîm Alataş, Sîbel Guler behsa wê kir û got ku Alataş bi hêla xwe ya mîzahî rengeke din li nûçeveniya li ser jinê û mafan bar kiriye.   * AKP'ê sercerdevan Arslan Tatar kir namzetê Şirnexê. Tatar, ji talankirina xwezaya Şirnexê heya bi çêkirina qereqolan û êrişên li ser Efrînê bi desthilatê re hereket kiriye.    * Li Meletiyê mexdûrên erdhejê destnîşan kirin ku sedema karesata çêbûye desthilata AKP-MHP'ê ye û gotin ku dê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bi Partiya Çepên Kesk hesab ji desthilatê bipirsin.    * Serokê Komeleya Astengdaran a Defneyê Firat Yilmaz diyar kir ku di erdhejê de 10 endamên wan jiyana xwe ji dest dane û da zanîn ku zêdetirî 2 meh in bersiv ji daxwazên wan ên konteyniran re nayê dayîn.    * 24’emîn danişîna Doza Kobanê ku dê 3 rojan berdewam bike û dozger derbarê esasê de mutalaaya xwe pêşkeş bike sibê dest pê dike.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 750’emîn de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk wê li Navenda Giştî ya ÎMO’ya Enqereyê wê Civîna Danasîna Namzetan li dar bixe. (11.00-14.00)    * Danişîna doza ewil a derbarê Serokê Giştî yê berê PSKAD’ê Ganî Kaplan de hatiye vekirin wê were lidarxistin. (11.30)   * DÎSK wê têkildarî pirsgirêkên aboriyê yên teqawîtbûnê li ber Sumerbanka Kevn a Îzmîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Şaxa OHD’a Rihayê wê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan amadekirî li avahiya komeleyê aşkere bike. (13.00)   * Meclisa Dayikên Aştiyê wê serdana Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne bike û bi malbatê re fitarê bike. (20.00)   * Partiya Çepên Kesk wê li Taxa Azîziye ya navçeya Yenîşehîr a Amedê buroya hilbijartinê veke. (20.00)