26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn 2023-04-10 21:05:00   STENBOL-  Di merasîma Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe de, ji rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Şahîn li ser navê nûçegihên girtî yên MA û Jinnewsê Xelata Taybet a Juriyê wergirt.    Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe yên 26'an, bi merasîmekê hatin dayin. Merasîm li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet Ran a li Şîşliyê hat lidarxistin. Fadîme Goktepe, dêya MEtîn Goktepe, rojnamevanên xelat wergirtine, Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, Şaredarê Şîşliyê Mûammer Keskîn û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî merasîma xelatdayinê bûn.    XELAT HATIN DAYÎN   Ji Rojnameya Dersimê Mûrat Guneş Xelata Rojnamevaniya Herêmî wergirt. Şaredarê Şîşliyê Muammer Keskîn xelata Guneş dayê. Ji Arti TV'yê Mehmet Zekî Kaya jî Xelata Nûçeya Bidîmen wergirt. rojnamevan Elîf Ilgazê xelata Kaya dayê. Ji Rojnameya BîrGunê Ûgûr Şahîn Xelata Wêneyan wergirt. Fadîme Goktepeyê xelata Şahîn dayê. Ji Voys Medîa Yoûtubeyê Tûnca Ogreten, Mûrat Baykara û Omer Çakan layiqî Xelata Taybet a Juriyê hatin dîtin. Cîgira Sekretera Giştî ya Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê Nûray Karagazê xelatên her sê kesan dan wan.     Her wiha du Xelatên Taybet ên Juriyê jî layiqî nûçegihên girtî yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Jinnewsê hatin dîtin. Li ser navê rojnamevaên girtî ji Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Şahîn xelat wergirtin. Şahîn, destnîşan kir ku desthilat naxwaze rastî bê dîtin û bihîstin û got ku lê rojnamevanên li ser xeta Mûsa Anter û Metîn Goktepe tevî hemû zor û zehmetiyan jî didin dû rastiyê.    Her wiha juriyê ji bo rojnamevanên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane jî Xelata Juriyê ya Taybet da nûçegihanê Îskenderûnê Sesê Akin Bodûr ku di erdhejê de birîndar bûbû. Ji rojnameya BîrGunê jî Tîmûr Soykan layikê Xelata Nûçeya Nivîskî hat dîtinç Serokê Giştî yÊ TGS'ê Gokhan Dûrmûş xelata Soykan dayê.    Merasîmê bi wergirtina wêneyekî giştî bi dawî bû.