Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye 2023-04-10 16:16:36   RIHA - Ferît Şenyaşar ê Nobeta xwe ya Edaletê li ber Girtîgeha Xarpêtê domand, wiha got: “Em ê ji Girtîgeha Xarpêtê heta Edîrneyê bibin dengê hemû girtiyên siyasî û KHK’iyan ê li Meclisê.”   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 749’an de berdewam dike.   Malbat ji bo bi ferdê malbatê Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin re hevdîtinê bike çû Xarpêtê û îro Nobeta xwe ya Edaletê li ber Girtîgeha Xarpêtê domand.    Ferît Şenyaşar ê li ber girtîgehê axivî diyar kir ku Nobeta Edaletê ya îro li ber Girtîgeha Xarpêtê didomînin. Şenyaşar diyar kir ku sedema wan a li ber Girtîgeha Xarpêtê girtina birayê wî ya bi hêza siyasî ya parlamenterê AKP’î ye û wiha got: “Birayê me nêzî 5 sal in bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de tê ragirtin. Dê di 16’ê gulanê de ji doza nexweşxaneyê û kargehê ya kirin yek bê darizandin. Di 14’ê Gulanê de wê edalet pêk were û em ê birayê xwe ji vir bigirin û bibin mala wî.”   Ferît Şenyaşar ê bal kişand ser namzetiya xwe ya parlamenteriyê ya ji Partiya Çepên Kesk a ji rêza 4’emîn a Rihayê, anî ziman ku wê têkoşîna xwe ya edaletê di 14’ê Gulanê de veguhêzin Meclisê û got: “Em ê ji Girtîgeha Xarpêtê heta Edîrneyê bibin dengê hemû girtiyên siyasî û KHK’iyan ê li Meclisê.”