Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin 2023-04-10 15:53:57 XARPÊT-  Serokwekîla Koma HDP'ê û Namzeta Erziromê ya Partiya Çepên Kesk Meral Dnaiş Beştaş, bibîr xist ku 33 roj in ji hilbijartinê re maye û wiha bang kir: "Yeko yekp telefonî her kesî bikin û Partiya Çepên Kesk bidin naskirin."    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Pêşerojê (Partiya Çepên Kesk) a Xarpêtê, li kêleka Otêl Denîzê ya Xeraca Xozatê, buruya hilbijartinê ya navendî ya ewil vekir. Hevserokên bajêr Saadet Yavûz û Îmam Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) KeskîN bayindir, Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya bajêr û navçeyan û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek tevlî vekirina buroyê bûn.    'DÊ BAYÊ PARTIYA ÇEPÊN KESK LI HER DERÎ HÊL BIBE'   Meral Daniş Beştaşê bilêv kir ku ji her çar aliyên Tirkiyeyê ve bayê Partiya Çepên Kesk hêl dibe û got ku li 81 bajaran namzet nîşan dane û amade ne ji bo hilbijartinê. Beştaşê got: "Em ê heya 14'ê Gulanê bênavber bixebitin. Dê li her derê Tirkiyeyê bayê Partiya Çepên Kesk hêl bibe." Beştaşê bal kişand ser doza girtinê ya HDP'ê û got: "Ji wan we tirê dê rayên bi milyonan kurd, tirk, elewî, laz û çerkezan xesp bikin. Me ji wan re got, 'hûn partiya me bigirin û negirin jî em ê tevlî vê hilbijartinê bibin.' Me soza xwe ya ji bo gelê xwe anî cih."    Beştaşê destnîşan kir ku ew bi Tifaqa Ked û Azadiyê û bi tifaqa ku bi partiyên kurdî re çêkirine hewl didin xwe bigihînin her derî û got: "Heya niha ji bo ku kurd, sosyalîst, çepgir nekevin meclisê bendaveke ji sedî 10 danîbûn. HDP'ê hemû bendav hilweşandin û ew di bin bendavê de man. Vê carê jî gava dîtin ku ew ê di bin bendavê de bimînin, ji bêgavî bendavê daxistin i sedî 7'an. Gava em bên ser vê rêveberiyê, em ê tevahiya wan bendavan hilweşînin. 20 sal in bi bacên gel ji xwe re seltenek ava kirine. Em ê nehêlin. 33 roj ji hilbijartinê re mane, em xwe bigihînin cîranên xwe, xizmên xwe, hûn mamoste bin xwe bigihînin xwendekarên xwe, hûn mezûn bin xwe bigihînin hevalên xwe yên berê û Partiya Çepên Kesk bidin naskirin. Partiya Çepên Kesk herî kêm wê 100 parlementeran bişîne meclisê."    Serokê Giştî yê DBP'ê û Namzetê Êlihê yê Partiya Çepên Kesk Keskîn Bayindir jî got: "Em ê serketina berxwedana xwe bi hev re bibînin. Di 15'ê Gulanê de dê tevahiya cîhanê bersiva kurdan, jin û ciwanan bibîne."    Serokê Giştî yê KKP'ê û Namzetê Wanê yê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek jî destnîşan kir ku divê ew tifaqa wan pûç bikin û bang kir ku her kes biçe ser sindoqan.