Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir 2023-04-10 15:06:29   ÎDIR - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn di vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Başanê de axivî û wiha got: “Em bi Partiya Çepên Kesk re ber bi destpêkeke nû ve diçin. Ev rê diçe azadiyê, edaletê, biratiyê û aştiyê.”   Partiya Çepên Kesk li ser rêya Ataturk a Taxa Karşiyaka ya navçeya Başan a Îdirê buroya xwe ya hilbijartinê, bi coş vekir. Vekirina buroyê bi lêdana dahol û zirneyê û gerandina govendê dest pê kir. Namzetên Partiya Çepên Kesk Aysel Aras û Yilmaz Hûn, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û aktivîstên Tevgera Jinên Azad ( TJA) tev li vekirina buroyê bûn.   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk yê Îdirê Mehmet Selçûk û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îdirê Aysel Aras ku ji rêza 2'yemîn namzet e, gel silav kirin û xêr hatina wan kirin.   Pişt re namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê yê rêza yekemîn Yilmaz Hûn axivî û destnîşan kir ku dîroka dawiya desthilata ku gelek kes bêhiqûqî girtine hatiye. Hûn, da zanîn ku desthilata ku qeyûm tayînî vîna gelê me kiriye dê biçe û wiha got: “Em bi Partiya Çepên Kesk re ber bi destpêkeke nû ve diçin. Ev rê diçe azadiyê, edaletê, biratiyê û aştiyê. Em ê desthilata AKP’ê û MHP’ê ya faşîst ku qeyûm tayînî şaredariyên me kirin û hevşaredar û parlamenterên me girtin û qedexeya siyasetê danîn ser gelek hevalên me bi hev re têk bibin. Di 7’ê hezîranê de gelên Îdirê serkeftin û dê vê hilbijartinê de jî serbikeve. Dîroka dawî ya vê desthilatê 14’ê Gulanê ye. Di 14’ê Gulanê de li ku derê bin bila bibin biçin ser sindoqan û vê desthilatê ji holê rakin. Tu kes nikare dest bide vîna gelên me yên ji edalet û azadiyê re birçî ne. Gelên me dê di 14’ê gulanê de bersiva zext, girtin û îşkenceya li me hatiye kirin bide. Em ê bi hev re serbikevin. Rêya me vekirî be.”   Piştî axaftinan qurdeleya buroyê hate birîn û buro hate vekirin. Dû re bi girseyî esnaf hatin ziyaretkirin û belavok hatin belavkirin.