Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse 2023-04-10 12:57:30   MELETÎ - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku di vekirina buroyê de axivî, anî ziman ku Meletî dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse û got: “Edî dem hatiye ku em ji vê desthilata ku me parçe dike û cudakariye têxe nava me xilas bibin.”   Partiya Çepên Kesk a xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, li navçeya navendî ya Çermîktî ya Meletiyê buroya hilbijartinê kir. Vekirina buroyê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek û welatiyan bi coş pêk hat.   Ji ber ku di erdhejê de xesar gihiştibû avahiya HDP’ê jî buroya hilbijartine ya Partiya Çepên Keskê li konteynira li Taxa Cemal Gursel ya navçeya Çermîktiyê hat vekirin. Gelek beşdarî vekirina buroyê bûn û vekirin veguherî mitîngê.     'EM Ê BI HEV RE BIGUHERÎNIN'   Di destpêkê de parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û bi lêv kir ku ew dê di hilbijartinê de bi dirûşmeya 'Em li vir in' wê bi hev re rewşê biguherînin û wiha got: “Em ê bi gelê Meletiyê re biguherînin. Em ê bi jin, ciwan û hemû kesan biguherînin û hesab bipirsin. Ji bo jiyanek wekhev, azad em ê bixebitin. Em ê bi hev re komara demokratîk ava bikin.”   'GELÊ KURD EDÎ BÊSTATÛ NABE'   Pişt re jî Serokê KKP'ê Sînan Çiftyurek axivî û bal kişand ser kareseta erdhejê ya Meletiyê û ev tişt gotin: “Gel digot ‘me di erdhejê de dewlet nedît. Gel alikariya me kir.’ Di vê hilbijartinê de jî em weke Tifaka Azadî û Demokrasî ya Kurd ji gelê xwe re statû dixwazin. Edî gelê kurd nikare li Bakur bê statû bibe. Di sindoqan de jî em dibêjin Partiya Çepên Kesk.”   'EM Ê HESAB BIPIRSIN'   Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî û destnîşan kir ku yek ji sedema karesata erdhejê jî desthilata AKP’ê û MHP’ê bû û ev tişt anîn ziman: “Li dijî vê desthilata ku em di bin kavilan de hiştin e, em ê bi hev re têbikoşin û di 14’ê gulanê de em ê di sindoqan de hesab bipirsin. Meletî bajarekî girîng e. Dema ku em em di hilbijartinê de hikûmetê têk bibin wê ev yek bandorê li ser hemû gelên herêmê bike. Di 15’ê Gulanê de li her bajarî wê hêviyên mezin bilind bibin û têkoşîna jiyaneke wekhev, azad û demokratîk dest pê bike. Edî dem hatiye ku em ji vê desthilata ku me parçe dike û cudakariye têxe nava me xilas bibin. Yek ji erka me ya herî girîng jî em li Meletiya ku erdhejê bandor lê kir dersekê bidin desthilatê.”   'EM TÊN'   Bayindir, bang li jin û ciwanan kir û got: “Em ê di vê mehê de birînên xwe yên erdhejê bipêçin û xebatên têk birina desthilatê bidin dest pê kirin. Ez bawer im hûn ê li Meletiyê di sindoqan de desthilatê têk bibin û Partiya Çepên Kesk dê serbikeve. Em weke Tifaka Azadî û Demokrasiya Kurd û Tifaqa Ked û Azadiyê tên, em bi yekiti û hevkariyê tên.”