Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye 2023-04-10 09:03:40 HATAY - Mexdûrên erdhejê ku li Samandagê bi toza kavilan re rûbirû mane diyar kirin ku ev pirsgirêk tenê ne pirsgirêk wa ne.    Nîqaşên li ser kavilên avahiyên di erdhejê de hilweşiyan e û li derûdorê tên valakirin didomin. Li navçeya Samandagê ya Hatayê kavilên tên rakirin li nêzî konbajarê AFAD’ê hatiye avakirin, tên valakirin. Nobeta Jiyanê ya mexdûrên erdhejê li dijî valakirina kavilan daye destpêkirin berdewam dike.    Jinên mexdûrên erdhejê ku li konan dimînin xwestin valakirina kavilan bê sekinandin û xwestin kavilên li nêzî wan hatine valakirin bên rakirin.    KAVIL DÊ WAN BIKUJIN    Gonul Denîz a mexdûra erdhejê diyar kir ku daxwaza wan ew e ku kavil bên rakirin û wiha got: “Erdhejê me nekuşt, korona me nekuşt, lê wê kavil me bikujin. Kavil tesîrek neyînî li ser me û zarokên me dike. Ev pirsgirêk tenê ne pirsgirêka mexdûrên erdhejê ye. Hemû kesên kesên li Samandagê dimînin bi toz û gemara kavilan re rûbirû dimînin. Xweza, çandinî û hewyanên me di bin tesîra kavilan de dimînin. Em tenê mafê jiyanê dixwazin. Em mal û milk naxwazin, em jiyanek bi tenduristî dixwazin. Me dest ji xwe jî berdaye, lê bila zarokên me siberojê bibînin.”    BO ZAROKAN BI FIKAR IN    Necmiye Guneş ku ji erdhejê rizgar bû diyar kir ku ew ji ber rijandina kavilan bêzar bûne û piştî mala wê xera bûye mehekê li Edeneyê maye û paşê vegeriya Samandagê û li konbajar bi cih bûye. Guneş anî ziman ku tê xwestin wan ji konan derbixin û axaftina xwe wiha qedand: "Em dikarin biçin ku derê, kavilan nasekinîn lê me derdixin. Daxwaza me ew e ku dev ji valakirina kavilan berdin û wek mirovan li me binêrin. Em li kêleka konbajar kavilan naxwazin. Em ji bo zarokên xwe bi fikar in. Guhên xwe girtine. Hin kesên di konan de bûn ji vir çûn. Dibêjin hûn ê biçin, hûnê derkevin.”