Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin 2023-04-10 08:29:34   MÊRDÎN - Cenazeyên Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan ku weke “endamê PKK’ê” hate kuştin û xwarziyê wî endamê HPG’ê Mûsa Kahraman li Mêrdînê bi girseyî hatin veşartin.    Cenazeyên Lokman Gorgun (53) ê bavê 8 zarokan ku bi îdiaya “endamtiya PKK’ê” û xwarziyê wî endamê HPG’ê Mûsa Kahraman (Çiyager) ên li gundê Cinata yê herêma Omeryan a Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin, malbatên wan wergirtin. Cenazeyên ku derengî şevê piştî kirariyên otopsiyê ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hatin wergirtin bi ambulansê birin Cinatayê. Cenazeyên Gorgun û Kahraman piştî wecîbeyên olî hatin pêkanîn li ser milan bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin veşartin. Ji bo Gorgun û Kahraman li gund şîn hate danîn.    Hate hînbûn ku parêzerên Gorgun û Kahraman dê bi gumana “’înfazkirinê” serî li Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ên Mêrdînê bidin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di şeva 8’ê nîsanÊ de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî îdia kiribû ku li herêma Omeriya ya Mêrdînê 2 endamên HPG’ê hatine kuştin. Derket holê ku ji kesên jiyana xwe ji dest dayîn yek jê endamê HPG’ê Mûsa Kahraman (Çiyager) û yê din jî xalê Kahraman ê 53 salî Lokman Gorgun e.  Hat zanîn ku Gorgun bavê 8 zarokan e û li gund debara xwe bi karê sewalkariyê dikir. Gundiyan û xizmên Gorgun û Kahraman diyar kirin ku li herêmê tu şer derneketiye û guman dikin ku piştî Gorgun û Kahraman hatine bahev bi gule barandinê hatine kuştin.