Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû 2023-04-09 23:54:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Foza Yûsif di rûniştina dawî ya konferansa “Em cîhana xwe şûnde dixwazin” de axivî û diyar kir ku ew girîngiya sîstema konfederalîzma demokratîk, ji Şoreşa Rojava dizanin.   Rêze konferansên bi fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Li dijî Modernîteya Kapîtalîst rabûn” û bi sernava “Em cîhana xwe şûnde dixwazin”, “Li ber xwe bide, şûn de bistîne û ji nû ve ava bike” û “Perwerdeya otonom bike û xwe rêxistin bike”, di roja 4’an de bi rûniştina dawî û axaftina girtinê bi dawî bû. Di konferansê de “Ji serî heta binî Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê” hat nîqaşkirin.   Rûntiştina dawî bi moderatoriya aktîvîstê di qada Dîroka Serdema Navîn a Gerdûnî ya Zanîngeha Edînbûrghê û lêkolîner Nîk Matheoû hat kirin. Weke axaftvanên vê rûniştinê, ji gelê Mûndûrûk ê Havzaya Tapajos a li Amazona Brezîlyayê û endamên Ipereg Ayu ku tevgera berxwedan û siyasî û koordînatora Wakoborun a Komeleya Jinan a mûndûrûkûyê, Marîa Leûsa Kaba û Edîene Kirixî, yek ji parêzvanên mafên mirovan aktîvîst Ajay Kûmar ku li Hindistanê dijî û Endama Lijneya Rêveber a TEV-DEM’ê û endama Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif tev li bûn.   Beriya panelê beşên ku ji fikrên Abdullah Ocalan ên derbarê Sîstema Konfederal a Demokratîk hatine berhevkirin, bi îngilizî hatin xwendin.   Marîa Leûsa Kaba axivî û diyar kir ku kapîtalîst bi dagirkirina xakê, gefên mirinê dixwe.   Ajay Kûmar jî qala têkoşîn û bûyerên dawî yên li Rojhilat û Navîna Hindistanê kir û anî ziman ku dewleta Hindistanê ji bo mêtingeriya kapîtalîst-emperyalîst bidomîne, zextê pêk tîne.   YÛSIF: RÊBER APO JI BO GELÊN CÎHANÊ MODEL DANÎ HOLÊ   Foza Yûsif jî beşdaran silav kir û wiha got: “12 sal in li Rojava berxwedanek mezin hat raberkirin, gelek berdêlên giran hatin dayîn, lê destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Me li Rojava dît ku konfederalîzm çiqas girîng e. Di nava 12 salên dawî de, 12 hezar hevrêyên me şehîd bûn. Dewletan em veqetandin çar parçeyan. Rêber Apo ji bo gelên cîhanê hemûyan modela Konfederalîzma Demokratîk danî holê. Em qasî av û nan hewceyî Konfederalîzma Demokratîk in. Konfederalîzma Demokratîk hişê me yê kolekirî, azad kir. Em li pey wê yekê ne ku jiyanekî nû çawa ava bikin. Me tişta ku di sedsala dawî nekarî pêk bînin, di nava 12 salan de li Rojava pêk anî. Di van 12 salan de, di serî de Kurd gelan êdî bi zimanê xwe perwerde dît. Cara yekem zarokên me bê tirs çûn dibistanan. Gelê Suryanî car din zimanê xwe fêrî zarokên xwe kirin. Dîsa xelkê Êzidî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cara destpêkê bi awayek azad cejnên xwe pîroz kirin.”   ‘GELEK GUHERTIN ÇÊBÛN’   Yûsif diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava gelek guhertin çêbûn û gelan hemûyan di pêvajoyên biryar girtinê de cihe xwe girtin û di nava 12 salên dawî de li Rojava gund û bajêr jî di nav de, li her derê meclîs hatin avakirin û her meclis biryarên xwe bi xwe didin. Yûsif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Cara destpêkê gelê herêmê biryarên xwe bi xwe digirin. Jin cara destpêkê dibin serok. Ji dewletê rizgarbûn, gelek hêsan nîn e. Divê timî guhertin werin kirin. Ji bo rizgarbûna ji dewletneteweyê, divê şoreşa zihnî were kirin. Ji bo vê yekê me bi sedan akademî ava kirin. Li Rojava bi hezaran hevalên me bi destê Erdogan hatin qetilkirin. Ev têkoşîn helbet ne hêsan e, lê piştî her hevalek me yê şehîd bi hezaran kes xwedî li têkoşîna wan derdikevin. Em qet ji van êrîşan na tirsin, hingî ku ew êrîş bikin têkoşîna me hîn mezintir dibe.”   Piştî axaftina girtinê konferans bi dawî bû.