Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên 2023-04-09 19:53:25 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de dersa dawî bidin AKP’ê û got: “Bila her bitirsin. Em pêl bi pêl tên.” Partiya Çep a Kesk li navçeya Fatîhê ya Stenbolê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan buroya hilbijartinê vekir.    Li ser deriyê buroyê pankarta “Buroya Hilbijartinê ya Aram Tîgran” hat daliqandin. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî tev li vekirina buroyê bûn.   Buro li Taxa Kocamustafapaşa hat vekirin. Welatiyan coş û peroşa xwe nîşan da û govend gerandin û dirûşm berz kirin.    Hevserok Pervîn Bûldan biç epik û berzkirina dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.    Rêvebera Navenda Partiya Çep a Kesk Çîgdem Ozbaş ewilî axivî û destnîşan kir ku îktidar dê di 14’ê Gulanê de têk biçe û ew ber bi azadiyê ve dimeşin.    ‘HEMÛ RENG DI LÎSTEYA ME DE HENE’    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî diyar kir ku vekirina buroyan civîneke gel a biçûk e û da zanîn ku dê di demên pêş de li Stenbolê mitîngên mezin li dar bixin. Buldan diyar kir ku di van hilbijartinan de bi milyonan kurd, tirk û elewî wê di nava Partiya Çep a Kesk de bibin yek û got: “Çepa Kesk wê bi rêjeya dengê herî zêde ya vê serdemê li Stenbolê bi dest bixe û vê îktidarê bişîne. Divê tu kes di vê yekê de şik û gumana wan nebe. Me soz daye gelê xwe ku em ê vê îktidarê bişînin. Me ji gelê xwe re got ku em we bêçare nînin û em ê we bêçare nehêlin. Li dijî lîstikên AKP’ê em ê bi awayekî herî xurt biçin parlamentoyê. Me îro lîsteyên xwe pêşkêşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind kir. Hûn dikarin li vî welatî hemî rengên xwe bibînin, hûn dikarin hemî bawerî û jinan di lîsteyê de bibînin. Di lîsteyê de hûn nasnameyên ku li vî welatî tên cudakirin, paşguhkirin û înkarkirin dibînin. Em partiyek wisa ne. Û loma jî ewqas bilind dibin, ji me ditirsin. Lê bila tirsa wan berdewam bike, pêl bi pêl tên.”    Bûldan pişta axaftina xwe bi jinan re buroya hilbijartinê vekir.