Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin 2023-04-09 15:10:41   ŞIRNEX – Şîna endamê HPG’ê Firat Baysoy ku di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest da bû, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Endamê HPG’ê Firat Baysoy (Tîrêj Botan) di pevçûna 19’ê cotmeha 2020’an a li Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Baysoy a li navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo kurê xwe şîn danî. Komeke girseyî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çû serdana şîna Baysoy. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên û rêveberên rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelen (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî tev li bûn.    Di serdanê de Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr axivî. Îmîr, got ku îktîdara heyî bi şer û kuştinê emrê xwe dirêj dike û got ku çareserî ne şer lê aştî ye.    Piştî axaftinan, girseyê ji malbatê sersaxî xwest.