Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê 2023-04-09 14:35:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Konya, Stenbol û Hatayê çalakiyên cur bi cur li dar xist.    Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê berdewam in. Partiya Çepên Kesk li navçeya Kulu ya Konyayê bûroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan û gelek kes tev li vekirina bûroyê bûn. Di vekirina bûroyê de govend hatin gerandin û Ocalan axivî. Ocalan, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û pêvajoya hilbijartinê weke “têkoşîna di navbera xerabî û demokrasiyê de” pênase kir. Bi domdarî Ocalan ev tişt anî ziman: “Ev pêvajoya hilbijartinê dê bibe tercîha di navbera xerabî û demokrasiyê de. Em bi hikûmeteke şer re bû rû ne ku aloziyê kûrtir dike û rageşiya di navbera gel de zêde dike.”   CÎHANBEYLΠ   Partiya Çepên Kesk li Bajarokê Yenîceoba yê girêdayî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê jî bûroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan tev li vekirina bûroya hilbijartinê bû û eleqeyeke mezin a gel jî ji bo vekirina bûroya hilbijartinê hebû.    Ocalan, di vekirina bûroyê de axivî û wiha got: “Em pir baş dizanin bê ka gelê me yê li bajarên Anatoliyaya Navîn di pêvajoyeke dîrokî ya çawa de li vir jiyane û em baş li şertên wan haydar in. Em hatin vê derê da ku rêyeke nû vekin. Weke Partiya Çepên Kesk em ji bo mohra xwe li dîrokê bixin hatin vê derê. Bendewariyên me ji bo Konyayê hene.”    STENBOL    Li navçeya Arnavutkoy a Stenbolê jî belavok hatin belavkirin. Gelek kes tev li xebata belavkirina belavokan bûn. Li Taxa Merkezê, li Qada Cumhuriyetê û li cadeyên Fatîh û Edîrneyê belavok hatin belavkirin û ji bo Partiya Çepên Kesk deng hatin xwestin.    HATAY    Partiya Çepên Kesk ji bo xebatên hilbijartinê, li Taxa Buluttepe ya navçeya Îskenderûn a Hatayê konteynera hilbijartinê ava kir. Dê partî xebatên xwe yên hilbijartinê li vir bike. Gelek kes tev li vekirina konteynerê bûn. Di dema vekirina konteynerê de qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn di vekirina konteynerê de axivî û da zanîn ku mexdûrên erdhejê dê li ser sindoqan hesabê bipirsin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Îskenderûnê Alî Şeker jî bal kişand ser xebatên hilbijartinê.    Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş jî ev tişt anî ziman: “Mîna di şeran de, di karesatan de jî herî zêde em jin birîndar dibin.  Lewma em jin dê vê pergalê biguherînin.”    Endama PM’a HDP’ê parêzer Mehtap Sert jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Sert, bi domdarî wiha got: “Ji bo ku nehêlin erdhejê hîn bêhtir veguherînin tundî û tecrîdê, divê em bêhtir xwedî li sindoqan derkevin. Em li vir in, dê bêhtir bibin yek û rêya xwe bidomînin.”    Endamê PM’a HDP’ê Zekî Koç jî bertek nîşanî girtina partiyan da û wiha derbirî: “Bi Partiya Çepê Kesk re em bi israr hene û li ser pêyan e.”    Di vekirina konteynera hilbijartinê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin.