KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist 2023-04-09 14:05:14   RIHA - Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di 1’emîn Kongreya Asayî ya KATDER’ê de axivî û wiha got: “Tu kes nikare bibêje ‘kurd tune ne.’ Ev yek jî encama keda kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn e. Em ji bo wan gelek deyndar in.”    Komelaya Alîkarî Piştevanî û Çandî ya Malbatên ku Xizmên Xwe li Axên Qedîm Winda Kirine re (KATDER) li Rihayê 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li Eywana Konferansan a Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê hate lidarxistin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk,  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û bi sedan welatî tev li kongreyê bûn.    'EM JI BO TÊKOŞERÊN AZADIYÊ DEYNDAR IN’   Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û wiha got: “Rihayê ji bo azadiyê têkoşîneke pir mezin da. Çalakiyên ewil ên li dijî dagirkeran li vê derê dest pê kirin. Pêşengên têkoşînê ji vir derketin. Ev ax, axên pîroz in. Hebûna me bi sedsalan hate înkarkirin. Tirkiye, li ser înkarkirina gelê kurd hate avakirin. Ev sed sal e em rastî qirkirinê tên. Lê piştî derketina tevgera azadiyê, têkoşîneke mezin hate dayîn. Bi saya wan bedelên mezin, îro hemû dinya gelê kurd nas dike. Gelê kurd êdî gihiştiye asta nasname, ziman û statûya xwe. Kesek nikare bibêje ‘kurd tune ne.’ Ev yek jî bi saya kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû. Em ji bo wan gelek deyndar in.”    'GELÊ KURD SERÎ LI BER LÎSTIKÊN QIRÊJÎ NETEWAND’   Piştre jî Hevserokê Komeleya Piştgirî, Piştevanî û Çandî ya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin a Mezopotamyayê (MEBYA-DER) Şehmûs Karadag axivî û got ku bi salên dûvdirêj li Kurdistanê şerê taybet tê meşandin. Karadag, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di navbera salên 2019-2023’yan de li dijî saziyên me, malbatên me û cenazeyên me gelek derhiqûqtî hatin kirin. Gelek gorên me hatin şewitandin. Çemê Elîkan bi helîkopteran hate bombebarankirin. Goristanê Sîsê jî hate bombebarankirin. Her wiha li malbatan geriyan û jê xwestin ku bi destên xwe wan goristanan xera bikin. Ev sepan, sepanên dijmirovî ne. Gelê kurd tu carî serî li ber van lîstikên qirêjî netewand û dê netewîne.”    Piştî axaftinan, Fatma Akbaş û Ramazan Demîr weke hevserokên KATDER’ê hatin hilbijartin.