HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir 2023-04-09 12:21:13   ENQERE -  HDP’ê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyeyê şermezar kir û bang kir ku hêzên têkiliya wan bi êrişê re hene bên eşkerekirin.    Lijneya Rêveberiya Navendî  (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrişa li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Êrişên sîstematîk ên li ser xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê û cihên sivîlan, ji bo hemû herêmê rewşeke xeternak derxistiye holê. Êrişa ku êvara 7’ê nîsanê de bi balafirê keşfê yê bombebarkirî li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ku ji 3’yê nîsana 2023’yan ve qada hewayî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye girtin, pêk hat, asta metirsiyê zêde kiriye.”   Bi domdarî wiha hat gotin: “Her çendî di vê êrişa li ser balafirgeha ku her sal ji aliyê milyonan sivîl tê bikaranîn de tu windahiyên canî çênebûn raya giştî rehet kiribe jî, lê girîng e hemû raya giştî û bi taybet gelê Silêmaniyê hêzên li pişt vê êrişê eşkere bikin.   BANGA NÎŞANDANA HELWESTA ŞÊNBER    Di encama êrişên bi vî rengî yên berê de hejmareke mezin ji sivîlan hatibûn kuştin û ji ber encama lêkolînê nehatin eşkerekirin, rê li ber van êrişên nû vedike. Eşkere ye ku hêzên li pişt êrişa ser balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê dixwazin bi girtina Herêma Kurdistana Iraqê di nav xeleka tundûtûjiyê de, ji hawîrdora nakokiyan sûd werbigirin. Ji ber vê sedemê em bang li Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê dikin ku li hemberî van êrişên ku rasterast sivîlan dikin hedef, helwesteke zelal nîşan bidin û pêvajoya eşkerekirina kiryaran bi awayekî zelal bimeşînin. Ger wiha nebe, ev êriş wê hem tevahiya Iraqê hem jî Herêma Kurdistanê bi awayekî sîstematîk veguherînin navenda nakokiyan. Bi vê minasebetê em serxweşiyên xwe pêşkêşî xelkê Silêmaniyê dikin û dixwazin bizanin ku li hember van êrişên tarî em li gel wan in.”