Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn 2023-04-09 11:08:40   AMED - Parêzer Ekîn Yeter û Serhat Çakmak weke hevserokên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên nû hatin hilbijartin.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) duh li Amedê bi dirûşma “Em tecrîdê têk dibin û hiqûqa azadîxwaz ava dikin”, 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Parêzer Ekîn Yeter û Serhat Çakmak weke hevserokên nû yên OHD’ê hatin hilbijartin.