Avahiyên xesardîtî dibin cihê metirsiyê: Demildest divê bên xerakirin 2023-04-09 09:05:14   AMED - Li navçeya Rezanê avahiyên ji ber erdhejê xesar dîtine dibin cihê çalûkeyeke mezin. Şêniyên navçeyê diyar kirin ku bi talûkeyekê re rû bi rû ne û xwestin ev avahî demildest bên xerakirin.    Li Amedê ku bandor ji erdhejên Mereşê girt, li gor rapora tespîtkirina xesarê ya Midûriyeta HAwirdor, Bajarvanî û Guherandina Avhewayê ya Bajêr, li navenda bajêr 159 hezar û 832 avahî hatine kontrolkirin. Ji avahiyên hatine kontrolkirin 22 jê hatine xerakirin û 66 avahî jî demildest divê bên xerakirin. Li gor raporê, 3 hezar û 252 avahî pirxesardîtî, 2 hezar û 828 jê nîvxesardîtî û 32 hezar û 652 jê jî kêmxesardîtî ne. Du meh di ser erdhejê re derbas bûne, lê hê jî gelek avahiyên pirxesardîtî nehatine xerakirin û ji ber ku tu tevdîr nehatine girtin, ev avahî dibin cihê talûkeyeke mezin.    Li navçeya Rezanê li Taxa Mevlana Halîtê Apartmana Çevîklerê, avahiyeke prixesardîtî ye û ji ber ku nehatiye xerakirin talûkeyeke mezin dide der.    ‘KES ME NABIHÎSE'   Fatma Aydin (32) ku xaniyê wê li kêleke vê avahiyê ye got: "Polîs jî newêrin xwe bidin ber vê avahiyê. Lê em li vê kuçeyê dimînin. Bi şev xew bi çavê me nakeve. Piştî du mehan, ez 3 roj berê hatim mala xwe. Zarokên min dipirsin, wê cardin erdhejê çêbibe yan na? Heqê wan tune ye me bi vê tirsê re rû bi rû bihêlin. Kes dengê me nabihîze. Em diçin Midûriyeta Hawirdor, Bajarsazî û Guherandina Avhewayê, berê me didin qereqolê, lê qereqol jî dibêje tiştekî ku ew bikin tune ye. Em diçin AFAD'ê, berê me didin Midûriyeta Hawirdor, Bajarsazî û Guherandina Avhewayê. Em nizanin em ê biçin ku. Bila çareyekê bibînin. Diz dikevin vê avahiyê, deng ji hundir tê. QIrçîna ji avahiyê tê me ditirsîne. Em ketien etra zarokên xwe."    RAWESTGEHA OTOBUSÊ LI BER WÊ YE   Aydinê destnîşan kir ku li ber vê avahiya pirxesardîtî rawestgeha otobusê heye û got: "Otobus di vir re diçin û tên. Xwişka min gava her sibe bi otobusê di ber vê avahiyê re diçe ditirse. Em naxwazin em li vir bimînin, lê em mecbûr in. Me ez ê heya kengî li mala xelkê bimînim? Mêvanî heya cihekê ye. Em bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne, lê ne di etra kesî de ye. Cihê wan ewle ye, gel ne xema wan e."    Mûrat Aydin (33) bilêv kir ku ji ber avahiya kêleka wan xesardîtî ye newêrin biçin mala xwe, lê mecbûr in û got: "Em diçin qeymeqamtiyê berê me didin Midûriyeta Hawirdorê ya Bajêr, ew jî berê me didin cihekî din. Neh daîreyên vê avahiyê hene. Dê mirovên li vir biçin ku? Avahiay me xesar nedîtiye, lê ji ber ku ya kêleka me xesardîtî ye em diqilqilin. Kes alîkariya me nake. Ger tiştek bê serê me dê kî hesab bide?"   JI BO ZAROKAN NOBETÊ DIGIRE   Dîlber Zorlû (52) ku ji bo neviyên wê nekevin avahiya xesardîtî heya êvarî nobeda wan digire û got: "Biroj zarok ji xwe re dilîzin em ditirsin, bi şev em radizin em ditirsin. Em dixwazin ev avahî rojek berî rojekê bê xerakirin."    Gûrbet Balik (33) jî got: "Êdî bila dengê em bibihîzin." Rûkiye Bakkişê jî bilêv kir ku rojê bi hezaran kes di ber vê avahiyê re derbas dibin û got: "Em ditrisin. Lewma em dixwazin ev avahî bê xerakirin."