Li Hatayê ji perwerdekarên dilxwaza konên zarokan 2023-04-09 09:00:44   HATAY - Perwerdekarên dilxwaz ên Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê, li 10 taxan ji bo zarokan kon vedan û li vir hem perwerdeyê didin hem jî ji bo zarokan qadên lîstikê çêkirine.   Li Hatayê ji bo cebirandina birînên gel, dilxwazên Piştevaniya Erdhejê komele ava kirin. Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê ku bû komele, piştî erdhejê li navçeyên Defne, Antakya û Samandagê li 10 taxan ji bo zarokan kon danîn.   Li konên ku li 7 taxên Defneyê hatine avakirin, li gor temen zarok tên perwerdekirin. Ji bo yên xwendekar dersên pirtûkan tên peydekirin û bi zarokên naçin dibistanê re jî ji nêz ve eleqedar dibin. Perwerdekarên ku heftê 3 rojan ew û zarokan li van konan tên cem hev, pêdiviyên zarokan peyde dikin.    Mamosteyê polê Ûgûr Dede, têkildarî xebatan axivî.    Dede diyar kir ku ew li navçeya Kirikhanê mamostetiyê dike û got ku xaniyê wan ên li Defneyê xesareke mezin dîtiye. Dede anî ziman ku ji roja duduyan a erdhejê ve tevî hevalên perwerdekar hewl didin alîkariya mexdûrên erdhejê bikin û got ku di roja 15'an erdhejê de jî ji bo qada perwerdehiyê û lîstikê ya zarokan ketine nava hewldanan.    XWE DIGIHÎNIN GUNDAN    Dede bilêv kir ku ew li ser qada perwerdehiyê hûr dibin û got: "Bi piranî em bi derfetên xwe xwe digihînin gundan ku li wan deran konebajar nehatine avakirin û wezareta perwerdehiyê pir guh li wan nake. Em bi alîkariyên ku ji derve hatine xwe digihînin wan. Pirtûk, pirtûkên boyaxkirinê û pêlîstok. Paşê jî me li hin cihan kon danîn û li van konan me û zarokan dest bi karê xwe kir."   Dede da zanîn ku tevî Samandagiyê li 10 taxan konên zarokan danîne û got ku heya niha xwe gihandine 14 taxan.    Dede bilêv kir ku ew di warê pererwdehiyê de bi pisporî nêzî zarokan dibin û got ku pêdiviya wan bi gelek perwerdekarên dilxwaza heye. Her wiha got: "Pêdiviya me bi dep, maseyên kreşê, sendeliye, kon, amûrên qirtasiyeyê, sarfiyat û hwd. jî heye."    MA / Mujdat Can