Li Tarsûsê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin 2023-04-08 23:34:01   MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku li Tarsûsê di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan de axivî, got: "Berxwedana jinan dê tecrîdê bişikîne û azadî û wekheviyê bîne."    Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê, li Taxa Şahînê ya Tarsûsê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Tevgera Jinên Azad, Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Demokratîka  Gelan, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û pêkhateyên wê jî di nav de ji heft saliyan heta heftê saliyan bi sedan welatî tevli vekirina buroya hilbijartinê bûn. Beriya vekirina buroyê govend hat gerandin û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.   Aydenîz ku di vekirina buroya hilbijartinê de axivî, destnîşan kir ku ev deshilat dijminê gelê kurd û jinên kurd e û got: "Dê berxwdana jinan dê tecrîdê bişikîne û azadî û wekheviyê bîne."    Aydenîz û jinan li ber çep û tilîliyan buroya hilbijartinê vekirin. Çalakî bi govendgerandinê bi dawî bû.