KNK: Nabe tu hêzek êrişa li dijî Silêmaniyê rewa nîşan bide 2023-04-08 19:00:51   NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanîêrişa li ser Balafirgeha Silêmaniyê da û bang li NY, YE û hêzên demokrasîxwaz kir ku li dijî vê êrişê rabin.   Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrîşa hewayî ya li ser Balafirgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.   Daxuyaniya KNK’ê bi vî awayî ye:    “Balafirgeha Navdewletî ya Silêmanîye di roja 7’ê Nîsana 2023’an de bû hedefa erişên dewleta tirk a dagirker. Êrişên dewleta tirk berdewamiya qetlîam û qirkirina li hemberî gelê kurd e. Pêwîste di serî de hemû cîhan û bi taybetî gelê kurd, hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî helwesteke tund li hemberî van êrişan raber bike û şermezar bike.   Armanc û hedefên êrîşên dewleta tirk bi awayekî eşkere bi me dide xuyakirin ku hebûn û destkeftiyên gelên Kurdistanê di hedefa wan de ye. Dewleta tirk û di serîde rejîma nijadperest a AKP-MHP’ê li çi devera Kurdistanê dibe, destkeftiyên gelê kurd ji bo xwe hedefeke dijminane dizane û bi her awayî êriş dike. Em baş dizanin ku Erdogan di rewşek gelek tengav de ye û bi taybetî di nav vê pêvajoya hilbijartinên giştî yê parlemento û serokkomariyê de dixwaze hin êrişên sansyonel li hemberî tevgera kurd û rêberên Kurd pêk bîne.   Em bi ti şêwazî qebûl nakin ku êrîşên dewleta tirk, sebeb çi dibe û argûman çi dibe bila bibe rewa bêne dîtin. Bi taybetî em dixwazin bidin zanîn ku berdevkê hikumeta herêma Kurdistanê Cotyar Adil êrişên dewleta tirk rewa bibîne û YNK’ê sûcdar bike. Daxuyanîya berdevkê hikumeta herêmê daxuyaniyeke bi sosret e. Divê êrişên dewleta tirk şermezar bike û helwest bigre, li şûna wê YNK û hemû Kurdan sûcdar dike. Daxuyaniya berdevkê hikûmeta herêmê yên bi vî rengî nayê qebûl kirin. Ev êriş li hemberî hebûna gelê kurd û li hember destkeftiyên gelê Kurdistanê hatiye kirin. Lewma nabe tu kes û bi tu rengî van êrîşan rewa bibîne û bê deng bimîne. Her daxuyaniyek bi vî rengî cesaretê dide dewletên dagirker.   Em careke din bang li koalîsyona navdewletî ya li dijî terorîzmê, NY, YE û hemû hêzên demokrasîxwaz û hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî dikin ku bi awayekî tund vê êrişê sermezar bikin.”