Li Mêrdîn û Stenbolê xebatên hilbijartinê 2023-04-08 18:41:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li navçeya Dêrik a Mêrdînê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê vekir. Li Stenbolê jî belavokên ji bo hilbijartinê hatin belavkirin.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê, vekirina buroyên hilbijartinê didomîne. Partiyê li navçeya Dêrikê buroya hilbijartinê vekir. Bi sedan kes tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Li ber stranan govend hat gerandin û jinên dêrikî jî bi kincên xwe yên kurdî tevlî vekirina buroyê bûn.    Di vekirina buroyê de Hevserokê HDP'a Mêrdînê Alî Yîgît axivî. Yîgît bibîr xist ku ew ê bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê bibin û got: "Em amade ne ku kesên ku dixwazin me ji qada siyasetê xalî bikin, di 14'ê Gulanê de bavêjins er sergoyê dîrokê."    Paşê merasîma vekirina buroyê dest pê kir. Dayikên Aştiyê qurdêleya buroyê birîn. Di dema vekirina buroyê de jinan lîrand û govend hat gerandin.    STENBOL   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Sûltaynbeyliyê belavok belav kirin. Beriya belavkirina belavokan li Qada Bajêr stand hat vekirin. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Hevseroka HDP'a Stenbolê ÎLknûr Bîrol, Hevseroka HDP'a Sûltanbeyliyê Fîlîz Aydin û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de gelek kesa belavên hilbijartinê belav kirin.