Hat xwestin ku astengiya li pêşiya tedawiya girtiyê nexweş Bîngol bê rakirin 2023-04-08 15:52:43   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku girtiyê nexweş Îmdat Bîngol rojek di wesayîta ringe de hatiye ragirtin û hat xwestin sewqî nexweşxaneyê bê kirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 448'emîn de li ber ÎHD’a Enqereyê çalakiyê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de bale kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îmdat Bîngol ê li Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzonê girtî ye.    Beriya daxuyaniyê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê hat kirin, hat protestokirin.    REWŞA WÎ XEDAR E   Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût serpêhatiya Bîngol xwend û destnîşan kir ku 27 sal in girtÎ ye û gelek nexweşî lê peyda bûne û ji gurcika xwe 4 caran emeliyat bûye. Tûrgût anî ziman ku Bîngol 15 meh berê ji ber nexweşiyên mîde û pişikê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û saetek û nîv di rêwîtiya di wesayîta rîngê de dewam kiriye û rewşa wî xera bûye hatiye sekinandin û her ku diçe rewşa wî xedartir dibe û hat xwestin astengiyê li pêşiya tedawiya wî bên rakirin.