Iraq dê têkildarî êrişa li Silêmaniyê komîsyonê ava bike 2023-04-08 13:32:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî Desteya Asayîş û Parastinê ji bo lêkolîna bûyera êrişa dijî Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê erkdar kir ku komîsyonek ava bikin.   Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî li ser Twitterê êrişa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev êriş binpêkirinek metirsîdar e li ser serweriya Iraqê û êrişek li ser jiyana welatiyan e.”   Muhsîn Mendelawî Desteya Asayîş û Parastinê erkdar kir ku demildest ji bo lêkolîna bûyera êrişa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê komîsyonek ava bikin û senaryoya ku li pişt vê bûyerê eşkere bikin da ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina serwerî û jiyana welatiyan bigirin.   Hêjayî gotinê ye ku di 3’ê Nîsanê de Tirkiyeyê rêya hewayî ya ji bo Balefirgeha parêzgeha Silêmaniyê girt. Her wiha duh êvarî êrişek hewayî bi rêya balefirên bê mirov ve li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê hat kirin. Piraniya nîşaneyan di vî milî de ye ku êriş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye pêkanîn.