Dayikên Şemiyê ku çûn Qada Galatasarayê hatin binçavkirin 2023-04-08 12:56:22 STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin, çûn qadê. Polîsan Dayikên Şemiyê dorpêç kir û ew kirin binçavan.    Dayikên Şemiyê ji hefteya 700’î vir ve nikarin biçin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Dayikên Şemiyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan û AYM’ê têkildarî dorpêça polîsan a li Qadê û astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê biryara “binpêkirina maf” da. Tevî vê biryarê jî Dayikên Şemiyê yên îro çûn Qada Galatasarayê û xwest çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê dorpêç kir û destûr neda li dar xistina çalakiyê.    Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan tevî astengiya polîsan jî daxuyanî dan. Polîsan di nîveka daxuyaniyê de êrişî çalakiyê kir û ji bo binçavkirinê derdorê dorpêç kir. Di vê navberê de dayikan û parêzvanên mafê mirovan biryara AYM’ê bi bîr xist lê tevî vê yekê jî polîsan ew kirin binçavan.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Dayikên Şemiyê jî di nav de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.    Navên binçavkiriyan wiha ne: "Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, Dayikên/Mirovên Şemiyê Hanîfe Yildiz, Maside Ocak, Îrfan Bîlgîn, Mîkaîl Kirbayir, Leman Yûrtsever, Ayşe Tepe, Sebla Arcan, Îkbal Eren, Besna Tosûn.”   Li derdora Qada Galatasarayê ya li Cadeya Îstîklalê dorpêça polîsan didome.    Daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya ku hat astengkirin wiha ye:    "Ji bo aqûbeta mirovên me yên winda bên eşkerekirin û sûcdar bên darizandin û cezakirin ev 941 hefte ye em têdikoşin. Galatasaraya ku cihê vê têkoşîna ku em nifş bi nifş dimeşînin e; bûye sembola bendewarî, hêvî, israr, îtîraz, daxwaza edalet û heqîqetê. Galatasarayî bû reng û dengê me. Hevdîtinên me di hefteya 700’î de bi tundiya polîsan hatin astengkirin. Paşê bi biryarên qedexeyê yên Qeymeqamiya Beyoglûyê Galatasaray li me hat girtin. Li ser van biryaran der barê me de lêpirsîn û doz hatin vekirin. Ji destpêkê ve me got ku ev qedexe li dijî hiqûqa gerdûnî, Destûra Bingehîn û qanûnên girêdayî ye, kêfî ye û mafên me binpê dike. Hewldanên me yên ji bo bidawîkirina vê rewşê bê encam man. Heta biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku di 23'yê Sibata 2023'yan de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, îtîraz û daxwazên me me ji nedîtî ve hatin dîtin. Li ser serlêdana xizma windayî Masîde Ocak, Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafê me yê lidarxistina civîn û xwepêşandanan a di xala 34'an de hatiye binpêkirin.    GALATASARAY NAYÊ QEDEXEKIRIN    Bi minasebeta vê biryarê em bang li kesên ku desthilatdariya îdarî ya dewletê di destê wan de ye dikin; Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn teqez e. Ew organên qanûnî, cîbicîkar û dadwerî, dezgehên îdarî, kesên rast û hiqûqî girêdide. Dest ji binpêkirina azadiya me ya civîn û çapemeniyê berdin, tavilê qedexeya li Galatasarayê rakin. Her cure cihên ku ji gel re vekirî ne, qadên ku azadiya kombûnê lê bê kirin in. Qedexekirina cihan binpêkirina azadiya civînê ye. Heke têkiliyek di navbera armanca kombûnê û mekanê de hebe, divê ew cîh di her rewşê de were bikaranîn. Em tam li ser vê bingehê qanûnî dibêjin; Galatasaray nayê qedexekirin. Galatasaray ya me ye. Em ê dest ji çalakiya xwe bernedin û dawa heq, edalet û azadiya xwe bikin."